Dema ku mirov wî dibîne, bi gotina navê wî bêhna mirovan diçike. Bi xweşikbûna xwe ve dil û hinavê mirovan dikelîne. Tîjî dikeve bedena mirov ji ber heybeta wî. Ji ber vê yekê ye, bi dîtina wî mirov mest û heyran dimîne. Bêguman ji bo ku mirov behsa Evdalkovî û erdnîgariya derdora wê ya rengîn bike, divê ji wan çem û kaniyên cemidî çengekî av vexwe, li newal û gelî, mesîl û peser, li dora gul û kulîlkan, li navsera wî bigere û wî bijî.
Çîroka Çiyayê Evdalkovî, li gorî rêwîgotinan beriya gelek salên berê yên dûr û dirêj mirovekî bi navê Evdal hebûye û ew ji nêçîrê pir hez dike. Nemaze nêçîra kewan û pezkoviyan ji bo wî wekî nexweşiyekê bûye.
Dîsa rojek ji wan rojên xwedê, bêhna Evdal li malê dernayê. Ji bo nêçîrê dîranên wî hev dixwin. Êdî nema li ber xwe dide, radihêje cil û bergên xwe û dikeve pey riya pezkoviyan û diçe nêçîrê. Lê belê Evdalkê min û te ji latekî bilind dikeve xwarê û jiyana xwe ji dest dide. Bi vî awayî ji navsera Geliyê Reş re êdî şêniyên vê herêmê dibêjin Evdalkovî.
Çûn û hatina Çiyayê Evdalkovî pirhêl e. Di esasê xwe de du şiveriyên wî hene. Yek ji milê Bakur ve xwe berdide Geliyê Reş û ya din jî ji milê Başûr ve xwe berdide Deşta Heyatê. Hêla wî ya ku dikeve nava xaka başûrê Kurdistanê aliyê Herêma Xakûrkê ye. Taybetmendiyeke herêma Xakûrkê jî ew e ku di navbera Xinêrê û Zagrosê de rista pirekê dilîze. Li milê Bakur Ava Hecî Begê, Girê Karker, Dola Arî û Xeta Sînorê bakurê Kurdistanê heye. Li milê Rojhilat jî Girê Çemal Zêdeyî, Tabûra Ereb û Gundê Ermûşê heye. Li aliyê Başûr jî Girê Lêlikan û Deşta Heyatê heye.
Ava çemê Xakûrkê, ava Lolanê di sêgoşeya Lêlikanê de digihîjin hev. Di gelî û kûrahiya wan newalan de xwe berdide û tê di ber Evdalkovî re derbas dibe û diherike nava dil û hinavê Deşta Heyatê. Her wiha dewlemendiya darên fêkiyên sêv, hinar, hêjîr, gûz û rezên tirî û hwd… Naqede bi gotinan… Serê wî yê bilind, sal dozdeh meh di nava serhildanê de ye. Di demsala payîz û zivistanê de Çiyayê Evdalkovî hema hema hemû lûtkeyên wî di bin mij û moran û berfa çilspî de dimînin.
Çiyayê Evdalkovî, li hemberî zilm û zordariya neyaran tu carî serê xwe netewandiye û xwe her tim parastiye. War û wargeheke wisa ye ku hemû giyandar dikarin tê de bijîn. Yên ku hetanî niha xwe spartinê, wî wekî dayikekê her tim li dijî hemû êrîş û xefikan hembêz kiriye. Çiyayê Evdalkovî bi hebûn û xweşikbûna xwe ya wekî bihuşta li rûyê erdê di dilê niştecihên herêmê û di dilê gerîlayên Kurdistanê de cihekî nemir girtiye. Ji sedan gerîlayên azadiyê re, di şevên reş û tarî de hevrêtî kiriye. Çîroka Çiyayê Evdalkovî ji bo min û ji bo yên ku li wan riyan rêwîtî kirine pir balkêş dihat. Di her çûyîn û hatina wan riyan de wekî qesrekê derdiket pêşberî mirov. Tişta ku me herî zêde dilxweş û dilşad dikir jî, di wan şevên reş û tarî de, di bin stêrkên asîman de, di kûrahiya gelî û newalên Geliyê Reş de meşên gerîlayan bû. Stêrkên xalxalî bi şewq û bedewbûna xwe ya newaze û mirês, hindik be jî tarîtiya ku xwe wekî perdeyeke reş berdida ser mesîl û newalên Geliyê Reş û Evdalkovî ji holê radikir, bi me re rêhevaltî dikir. Bê şik û guman nemirên wekî rêheval Rojîn, Arjîn, Sema û Avaşîn bi dilekî germ stranên xwe yên herî xweşik û dilşewat ên azadiyê di nava wan newal û geliyan de û di bin siya Evdalkovî de gotine.
Ji bo mirov bixwaze wan çiya û girên erdnîgariya Kurdistanê nas bike, fêm bike û bi wan re bijî pêwîst e ji wan çem û kaniyên sar avê vexwe. Li ser lûtkeya Çiyayê Evdalkovî, Dola Çilçara, Kaniya Qirêj, Girê Pîran, Gîrê Karker, bi hezaran baxên gul û kulîlkên di bihara rengîn de bişkuvî ne re bijî.
BARIŞ ATMACA/Girtîgeha Tîpa F BOLU