Mirov di gelek waran de jîr û jêhatî ne. Lê ev jêhatîbûna wan gava mesele dibe tinekirina cureyên din ên zindîyan, bi qasî felaketeke çend sed milyon salan carekê tê serê dinyayê bi tehlûke ye. Ji ber mirovan, serdema 6’an a tinebûna cureyan a bi komî dest pê kiriye. Ji ber mirovan di sedsala bihurî de leza tinebûna cureyan, sed caran li berê bi lez bû. Yanî rêjeya tinebûna cureyan a kurewî ya di nava 800 salan ta 10 hezar salan de biqewimiya, di nava sedsalan de qewimî. Guhertina avhewayê, zêde masîgirtin, nêçîrvaniya bê destûr, birrîna daran ji wan sedemên bi destê mirovan e ku dikin koka gelek zindiyan biqele.
Îro Roja Cureyên li ber Nemanê ye. Yekîtiya Navneteweyî ya ji bo Parastina Xwezayê (IUCN) ji sala 1961’ê ve cureyên zindiyan ên li ber nemanê dişopîne û lîsteyeke wê ya sor heye ku tê de cureyên herî zêde tehlûkeya nemana wan heye, li serê ne. Li gorî wê halê hazir 30 hezar cureyên li ber nemanê li dinyayê hene. Lê divê mirov zanibe ku di nava vê de ji sedî 41’ê hemû heywanên hem di avê de û hem li bejê dijîn (amfîbî), ji sedî 34’ê hemû darên bi gûzik, ji sedî 33’yê mercanan, ji sedî 30’ê semasî û kitikmasiyan, ji sedî 27’ê cureyên heywanên bi qaqilk, ji sedî 25’ê heywanên bi guhan û ji sedî 14’ê teyr û çûkan pêk tîne.
Di nav pêncî cureyên herî zêde tehlûkeya nemanê li ser wan heye bixwe, heywanên bi guhan ên weke pilingên Sûndayê, kerkedanê reş, cureyên meymûn (weke orangutana Borneayê) û gorîlan (girîlên ji çemî wêde), fîlên Sûmatra, heywanên bi guhan ên deryayê, kusî (yê Hawksbill) jî hene.
NAVENDA NÛÇEYAN