Dewleta Tirk di salvegera 96´an a damezrandina komarê de dest danî ser şaredariya HDP’ê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê. Hevşaredarê Cizîrê Mehmet Zirig jî ev yek piştrast kir û diyar kir ku dest danîne ser şaredariyê.
Dewleta Tirk piştî ku dest danî ser şaredariyên Bajarê Mezin ên Amed, Wan, Mêrdîn û şaredariyên Colemêrg, Gever, Nisêbîn, Pasûr, Qereyazî, Bismil, Karaz, Peyas û Erdîşê, vê carê dest danî ser şaredariya Cizîrê ya Şirnexê. Xelqê Cizîrê li ber vê dagirkeriyê rabû. Hêzên dagirker êrişî xwepêşanderan kirin.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31’ê Adarê de şaredarî bi ji sedî 77 dengan girtibû. Doh destê sibê dîsa dest danîn ser şaredariya Cizîrê.
ŞIRNEX