Di çalakiya ku ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Silêmaniyê hat lidarxisin de xwendekaran daxuyaniyek derbarê hatina leşkerên Tirk a li ser axa Herêma Kurdistanê de dan. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku di sala borî de di sermaya zivîstanê de ewan nîv milyon îmze ji bo leşkerên Tirk ji Herêma Kurdistanê derkevin komkirine, lê mixabin li aliyê rayedarên peywendîdar ve ti giringî bi vê hewildana wan nehatiye dayîn.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku her kes dizane wê di pêşerojê de ev hêz li ser Herêma Kurdistanê metirsiyê çêbike.
‘Li hemberî dagirkeriyê bêdeng nemînin’
Çalakiya ku ji aliyê Rêxistina Ciwanên Welatparêzên Kurdistan li ber Mizgefta Mezin hate lidarxistin de bê navber dirûşmeyên li hemberî Tirkiyê yên weke "Başûr biterikînin, destê we bi xwîna me sor e" û "Li hember dagirkeran em hemû gerîla û pêşmerge ne" berz kirin.
Di xwepêşandanê hatina leşkerên Tirk weke binpêkirina serweriya axa Iraq û Herêma Kurdistanê bi nav kirin û daxwaz ji hemû gelê Kurd kirin ku li hemberî dagirkeriya Tirkiyeyê bêdeng nemînin.
GORAN PÊNCWÊNÎ/ROJNEWS/SILÊMANÎ