M. ZAHÎT EKÎNCÎ Di çarçoveya tevdîrên şewba koronayê de li Elmanyayê ji Duşema bê û pê ve maske mecbûrî ye. Li Hambûrgê modavana Kurd Încî Hakbîlen bi reng û motîfên kurdî maskeyan amade dike. Hakbilen pereyên ji vê xebatê bi dest bixe wê di çarçoveya kampanya malbatên xwişk û bira de ji Heyva Sora Kurdistanê re bişîne.
Hakbilen a ji Kurdên Anatolya Navîn e, weha got, "Piştî ku min dî şewb li temamê dinyayê belav bû, ez fikirîm gelo ez çi dikarim bikim. Kengî min bihîst ji Duşemê û pê ve bikaranîna maskeyê mecbûrî ye, min got bi çêkirina maskeyan ez jî dikarim tiştekî bikim. Kesên pêdiviya wan bi maskeyê heye, 25ʼê Nîsanê dikarin bêne kargeha min û maskeya xwe bibin." Ji bo xêrê çêdikim Încî Hakbîlen bi reng û neqşên kurdewarî maskeyan çêdike û dibêje, "Ez bi reng û neqşên çanda me maskeyan amade dikim. Ez ji bo xêrê maskeyan çêdikim. Ez dixwazim bi armanca destegîrî û piştgiriyê tiştna bikim. Min kompereyeke daniye kargehê kesên bixwazin xêrê bikin dikarin li gorî quweta xwe tiştekî bidin. Pereyên di kompereyê de kom bibe jî ez ê bidim Heyva Sora Kurdistanê. Jixwe kampanya malbatên xwişk û bira hatiye destpêkirin, belkî bi vî awayî alîkariya me jî bibe. Em li vir in, zêde pirsgirêkên me nînin, lê kes hene nikarin loqmeyekî nan bibe mala xwe. Eger piçek be jî alîkariya min bigihîje van kesan ez ê jî bextewar bibim."