Berî rûniştina dozê, tevî nûnerên rêxistinên civaka sîvîl û partiyên siyasî bi hezaran kes li ber Edliyeya Enqereyêk kom bûn, bi daxwaza ku ji darbekaran hesab were pirsîn meş lidarxistin û daxuyaniya çapameniyê dan.
Yekemîn rûniştina doza darbekarên darbeya leşkerî ya 12'ê Îlonê li 12'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê dest pê kir.Di rûniştinê de heyetê biryara navberê da parêzerên mudaxil parastin kirin. Parêzeran xwest bersûc û darbekar jî tevlî runiştine bibin û bi vî rengî rûniştin pêk were. Serokê heyeta dadgehê jî anî ziman ku xwendina îdîanameyê nabe pirsgirêk. Parêzerên mudaxîl jî parastin kirin û xwestin bersûc û darbekar Kenan Evren û Tahsin Şahinkaya bên girtin û girtî bên darizandin.
Beştaş: Bila bersûc girtî werin darizandin
Cîgira Hevserokên BDP'ê Prz. Meral Daniş Beştaş, li dijî rêbaza darizandinê derket û xwest bersûc girtî bên darizandin. Beştaş, anî ziman ku ev rêbaza darizandinê li dijî rêgeza wekheviyê ye û wiha got: "Mahmut Karataş doh li girtîgehê jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din bi sedan girtiyên nexweş hîn jî di girtîgehê de ne. Diviya bû beriya îdîanameyê Kenan Evren û Tahsîn Şahînkaya bihatana girtin. Li aliyekî bi sedan girtiyên nexweş hebin û li aliyê din bi hinceta Evren nexweş e serbest bê darizandin nayê qebûl kirin."
Ji bo Ocalan pêk hat çima niha pêk nayê?
Parêzerên diyarkirin ku ku dema Ocalan hate darizandin ew anîn rûniştina dozê, lê çima niha Kenan Evren nayenin rûniştina dozê? Parêzeran anî ziman ku niha cudakarî tê kirin û ev li dijî rêgeza darizandinê ye. Li aliyê din daxwaza Hevserokê KCD'ê Ahmet Turk a mudaxîliyê jî nehat qebûl kirin.
Turk: Divê bi dîrokê rast bixwînin
Hevserokê KCD'ê û Parlamenterê Mêrdînê Ahmet Turk, Parlamentera Amedê Leyla Zana, Parlamenterê BDP'ê Sirri Sakik û Altan Tan jî doz şopandin. Parlamenteran paşê ji salona dadgehê derketin derve. Turk bersîv da pirsê rojnamevanan û wiha got: "Ji bo ronîbûna rastiyan û hesabpirsîna paşerojê ev firesetek e. Turk, anî ziman ku ev dozek girîn e û ya herî girîng jî Tirkiye bi paşeroja xwe rû bi rû bibe, rastiyan eşkere bike û dîroka xwe rast bixwîne.
Bi hezaran kes çalakî lidarxistin
Dema ku rûniştina dozê pêk hat, bi hezaran kesan jî li ber Edliyeya Enqereyê kom bûn çalakî pêk anîn. Doh dane sibê bi hezaran kesên ku kom bûn heta Edliyeya Enqereyê meş lidarxistin. Bi hezaran kesan bi pankart û sloganan xwestin darbekarên 12'ê Îlonê bên darizandin.
Serokê Giştî yê ODP'ê Alper Taş, anî ziman ku kesên wê demê darbe pêk anîn niha behsa demokrasiyê dikin. Taş, da zanîn ku ji bo hesap ji 12'ê Îlonê bê pirsîn divê hesab ji AKP'ê jî bê pirsîn.
Komê di çalakiye de dawîz û pankartên weke "Darbekar li pêşiya edalet û wîcdanê ne hatin hilgirtin. Di rûniştinê de endam û nûnerên TKP, ODP, ESP, SDP, OSP, Kaldiraç, 12 Platforma Darizanidana 12'ê Îlonê, Jinên HEP´î, Komeleya 78'an a Şoreşger, EDP û ADAM-DER û gelek nûnerên saziyên din amade bûn. Dîsa endamên ADAM-DER'ê bi pankartên xwe bal kişandin. Li aliyê din parlementerên CHP'ê, BDP'ê û Serokên Giştî yên KESK, TMMOB û gelek kesên din amade bûn. Girsê pankartên navê kesên di darbeyê de jiyana xwe ji dest dane hatiye nivîsandin vekir û navê wan hatin xwendin.
Can: Divê her kes tecrîda li Îmraliyê bibîne
Li ser navê Platforma Darizandina 12'ê Îlonê Celalettin Can jî axaftin kir û bal kişand ser politîkayên Îmraliyê. Can anî ziman ku kesên sucdar îro tên darizandin û wiha got: "Hûn darbekar in, sûcdar in. Hûnê bên darizandin û cezakirin. Hûn ji wekheviyê aciz bûn û we darbeya 12'ê Îlonê pêk anî. We li di jî biratiyê û yekîtiyê binçavkirin, girtin, îşkence, kuştin kir. We ew darvekirin. We got yek netew, yek ziman, yek al û yek yek yek." Can, bal kişand ser rewşa Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî û wiha axivî: "Niha bi tecrîda li ser Ocalan pêkanînên 12'ê Îlonê didomin. Dîsa li dijî gelê kurd operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dikin.
Tunç: Doz xapandin e
Hunermend Ferhat Tunç jî axivî û wiha got: "Ev dozek girîng e. Lê niha li gorî şekl û şemalê ku doz tê dîtin, xuya dibe ku xapandin û xapînok e. Li Kurdistanê wê demê her der bû gola xwînê. Divê heta hesap bêpirsîn doz bidome. Tunç piştre strana bi navê Ozgürluk Mahkumlari (Mexkûmên Azadiyê) got.
Herî zêde kurd di ber xwe didin
Parazvanê mafên mirovan Mehdi Perinçek, jî helwesta CHP, MHP, AKP'ê rexne kir û wiha got: "Her çend ev partî xwe wekî li dijî darbeya 12'ê Îlonê xwe nîşan didin jî tu hewldanên wan tune. Herî zêde kurd li dijî darbeya 12'ê Îlonê têdikoşin. Kurd bi salan in ji bo biratiyê têdikoşin."
Dogan: Îro dîrok me mafdar derdixe
Di çalakiyê de mexdûrên pêkanînên 12´ê Îlonê û xizmên kesên ji ber pêkanînên darbeyê jiyana xwe ji dest dane li pêşberî girseyê axivîn.
Di çalakiyê de xwişka Mazlum Dogan Serap Dogan jî axaftin kir. Serap Dogan, diyar kir ku îro dîrok wan mafdar derdixe û wiha got: "Êdî rûmeta mirovahiyê li hemberî îşkenceyê bêdeng namîne. Îro roja hesabpirsînê ye. Îro dîrok me mafdar derdixe. Birayê min wekî navê xwe Mazlum bû. Mazlum lawekî leneng ê gelekî bû. Lijî cuntaya faşîst çalakî pêk anî û şehît ket. Birayê min Mazlum rastî îşkenceyên gelek giran hat. Dema ez çûm hevdîtina birayê xwe ji mere gotin "Hûnê kurdbûna xwe înkar bikin" Ji bo ku em pê re hevdîtinê nekin her tiş li me kirin. Lê bila her kes baş zanibe ku wê ti carî kurdên mazlum tine nekin. Ew di heman demê de pira navbera gelan a biratiyê ye."
Dayika Berfo: Ez 30 salin li kurê xwe digerim
Dayika Cemal Kirbayir a 103 salî Berfo Ana jî derket pêşberî hezaran û wiha got: "Serokwezîr Erdogan soz da me. Lê hîn kurê min nehatiye dîtin. Heta niha der barê kurê min ê winda de tu agahî tune. Ka wê kurê min ji min re bianiya. Ez kurê xwe dixwazim. Ez 30 salin li kurê xwe digerim."
Dayika Sakine: Ez ji bo kurê xwe li vir im
Dayika Aştiyê ku ji darbeya 12'ê Îlonê heta niha 4 kurê xwe winda kirine Sakine Arat, jî nerazîbûnên xwe anî ziman û wiha got: "Ez dayika kurdan im. Ez bûka kurdan im. Ez îro heta êvarî bêjim zulma li kurdan hatiye kirin bi dawî nabe. Ez ji bo mafê kurê xwe û zarokên xwe biparêzim ez hatim vir. Ez ê heta dawî mafê zarokên xwe biparêzim. Îro roja hesappirsînê dora kurdan e. Ez mafê zarokên xwe û mexdûran dixwazim."
Rawestîna girsê ya li ber Edliyeyê bi saetan dewam kir.
DÎHA/ENQERE