
Kurd-Akadê yanî Tora Akademisyenên Kurd li Elmanyayê şemiya bihurî li bajarê Elmanyayê Kolnê hem xelata rûmetê û ya zanistê da Norman Peach û Hamit Bozarslan û hem jî deh saliya xwe pîroz kir. Weke çalakiyên Kurd-Akadê yên li Elmanyayê hemûyan zimanê sereke Elmanî bû û wergera Kurmancî jî bi rêya wergera sîmultane hatibû misogerkirin. Kurd-Akadê di nava deh salên xwe de ev yeka hanê kir rêûresmek ji xwe re û li konferansên navneteweyî yên din ên tevgera Kurd jî ev rêûresma hanê bi rengekî belav kir. Ez bi xwe wekî xemxurekî zimanê Kurdî herî zêde vê rêûresma Kurd-Akadê hêjayî pesndanê dibînim, tevî gelek karên wê yên din ku nexasim li akademiyê mijarên akademiya mainstream zêde xwe pê nake yan jî xwe bi rengekî pê dike ku ji ravekirin, zelalkirin mijarê û avakirina zanînê û wêde ser mijarê digire, wê zelûl dike û zanîna wê jî bi kêra xelkê nayê bi kêra desthilatên cihê tê yên weke dewlet, şirket û sermayeyê.
Yanî karê Kurd-Akadê di warê avakirina mekanên azadî û xweseriya bi rastî ya ilmî de û di misogerkirina van mekanan de dikare heyatî be nexasim jî ji bo civaka Kurd a li Dîasporayê. Ez bi giştî Diaspora dibêjim, ji ber ku Kurd-Akad êdî li Swîsre, Ingilîstanê jî heye û xebatên xwe dike li welatên din jî tevna xwe yan jî tora xwe ava bike. Lê di avakirina vê tevnê de divê bi rastî jî ji bîr neke ku ew ji toreke ji bo xwegihandina hev a akademîsyen û xwedîpîşeyên Kurd û wê de ye. Û divê wisa be jî. Neheqiyên liserhevkombûyî û li serhevavakirî yîn li Kurdan bûne li akademîsyen û xwedîpîşeyên wan jî bûne. heger wisa ye em çima hêza xwe û xurtiya xwe ji bo mekanên ji vê neheqiyê şûştî bi kar neînin?
Ev pirsa li jorê bi îhtîmam dikim, ji ber ku dehsaliya Kurd-Akadê bi ya min divê jê re di heman demê de bibe minasebeta hizirîna li ser vê erka heyatî ya Kurd-Akadê. Pêrar ev mijar li zanîngeha Essen-Duisburgê yek ji mijarên esasî yên minaqeşeyên konferansa salane ya Kurd-Akadê bû. Min jî li wir bi gotarekê, bi berfirehî hizra xwe li ser pirsgirêka akademiya heyî ya mainstream û avakirina akademiyekê yan jî mekanên ku ji bo akademiyeke azad û xweser bi kêr hatîbin îfade kir. Ew minaqeşeya hingê nabe li wir bimîne û bi dehsaliya Kurd-Akadê berfirehtir bibe.
Bi tecrûbeyeke xwe ez îafde bikim çima ev muhim e. Hezîran bihurî min keys lê anî û dersek li Zanîngeha Rojava li ser îdeolojîkbûna (pêş)hukmên li ser devkîbûn û nivîskîbûnê da. Ziman ji bo min di warê dersdanê de xwe weke azadiya herî sereke li wir da îsbatkirin. Meydana zanistê, parvekirina wê li ber min bû deryayeke fireh a azadiyê û min karî bi zimanê dayika xwe behsa mijara herî zêde li ber dilê xwe li welatê xwe Kurdistanê bikim. Ev tecrûbeya azadiya karêakademiyê ji bo min pêşiyê li karê akademiyê wê veke û heger Kurd-Akad jî karibe ji bo hemû beşan mekanên alternatîf ên azadî û xweseriya akademiyê minaqeşe bike, ev ê bibe destpêkeke avakirina van mekanan û Kurd-Akad wê di siberoja xwe de karibe bi karê xwe bêhtir serbilind bibe. Axir gotina min a dawî bila ev be; min di minaqeşeyên beriya damezrandina Kurd-Akadê de hizrên xwe ji dil hingê parvekirin û pê şanaz im ku wê karî deh saliya xwe pîroz bike.