Şev nîvê şevê ye. Nikarim razêm. Radibim ser piyan, digerim, digerim û tevdigerim... Di dilê min de hin tiştên nexweş û acizker li gorî xwestekê xwe lotikan diavêjin. Disekinim, difikirim û xwe bi xwe dibêjim, jiyana min weke jiyaneke bêwate û bêberpirsyarî, çiqas dijwar be jî demê xwe derbas dike û jiyan dîsa didome... Hin kes jî hene tenê şahidî dikin û li pey kar û barê xwe ne. Lê di rastiya jiyanê de aliyek hovîtî be jî, aliyek berxwedanî ye... Ji ber ku jiyan, bi her awayî ne heman jiyan e. Li girtîgehê tiştekî din, li derva tiştekî din e. Dem li her derê derbas dibe, lê li her derê weke demeke din e. Li hin deveran wekî hespekî bi lez, li hin cihan jî weke kuloke ye. Li çiya meşa jiyanê cûda, li bajaran cûda ye. Bi zikê têr cûda, bi zikê birçî cûda ye.
Gelo kes zane, li Tirkiye, li girtîgehan çend kes, li Ewrûpa çend kes îro çend roj e, ji ber gireva birçîbûnê tiştekî naxwin? Çend kesên jiyanzan, dinyazan, dîrokzan, heta niha li ber xwe dane û hê jî karê wan berxwedan e. Çend kes bi mêjî, bi raman û bi laşê xwe têdikoşe, heta niha tekoşya ye, hê jî tekoşer e. Gelo kes dizane bi vî awayî yên ku ji me derbas dibe, diçe, dem e an ne dem e? Demeke mirovî ye, an ne mirovî ye?
Gelo mirovek çil roj, 45 roj çawa bê xwarin jiyana xwe didomîne? Hiş û aqilê wî/wê çawa bi vî biryarî qayîl dibe û qayîl e? Gelo tiştekî çawaye ku mirin ber bi wî/wê tê û ew nareve. Bi şiklekî bi bibiryar li ser piyan e û sînga xwe li ber dide, radiweste. Mêjî û zanyariya xwe, weke bi dileke êşq ewqas tijî li ber xwestekê pêvajoyê datîne. Her tişk ji aliyekî, dîsa jî dem derbas dibe û jiyan bi riya xwe didome.
Dem derbas dibe. Ji bo hin kesan jiyan dimeşe, ji bo kesan nameşe, giran û tev giran e. Ya ku ber bi tekoşerên Kurd tê, navê wî mirin e. Lê tênagîhîjim ku ev dinyayekî çawa ye, mirin ber bi mirovatî bi def û zirne, bideng û awaz e... Mirin bi qêrîna xwe tê, lê kes xwe tev nade û nanêre. Ji ber ku ew mirin ji bo Kurdan e. Lewma rojname nanivîsin, kes naxwîne, televizyonên bi nav û deng serê xwe nazivirînin û mêze nakin, kes ji bo bûyerên ku heta niha li ser tekoşerên kurd diqewimin weke bûyerek nahesibîne. Huner bêdeng, siyaset çav kor e, raya giştî ne raya giştî ye, mijar û rojeva wan, hin tiştên din e. Rojek artêş, rojek zanîngeh, rojek demokrasî, rojek debar û rojeke din nizanim çi ne. Hê jî dinya bêdengiya xwe didomîne.
Ka werin em tirsonektî nekin û bêjin, raya giştî ya welatên Ewrûpa jî weke raya giştî ya Tirkiye yê durû ye. Li ber boçikê desthilatdariyê rûdine û bi kêfa xwe ye. Ji şahî û mihricanan dûr nakeve, dev ji bezm û kêfan bernade.
Dema wan jî derbas dibe, dema berxwedêran jî... Lê bila kes xwe nexapîne, dem ji bo her kesî ne heman dem e, weke hevdem nameşe. Ji bo berxwedêran roj bi roj dem dibuhûre, lê dîrok her tim tomar dike û dinivîse, bila kes jibîr neke ku di mêjiyê dîrokê de tu tişt wenda nabe.
Heval û hogirên ku di gireva birçîbûnê de ne, ez bi çav û dileke têr û tijî, pêşî bejna xwe li ber wan ditewînim û ji erdê heta ezmanan bi hêstên xwe yên germ wan silav dikim...
Demên kulokê