Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş, di çarçoveya lêpirsîna “Heqaret li Serokomar kiriye” îfade da. Demirtaş, diyar kir ku ji ber nasnemya wî ya siyasî ev lêpirsîn hatine vekirin û got: “Bila siyasetmedarên gotin ‘Pêvajoya çareseriyê qediya ye. Ji niha û şûnde çareserî tune ye’ bên tespîtkirin. Ez vê yekê daxwaz dikim.” Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattin Demîrtaş, ji ber axaftina xwe ya 9’ê Îlona 2015’an a li Amedê gotibû “Bi qasi misqalekê berpirsiyariya HDP’ê ya siyasî ji şer tune ye. Yê berpirsiyar Serokwezîr û Serokomar e” ji ber van gotinan lêpirsîna “Heqaret li Serokomar kiriye” hat vekirin. Demîrtaş, di çarçoveya lêpirsînê de li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê bi riya SEGBİS (Pergala bi deng û dîmen) îfade da dozgeriyê. Demirtaş, anî ziman ku axaftina wî rexneyek li hemberî partiyek siyasî ye.
Êrîşî her tiştê Kurdan kirin
Demirtaş, anî ziman ku dema axaftin dikir, kesên navê “Nijadperestên tirk” li xwe kiribûn êrîşî navenda partiya wan û avahiyên partiya wan kirin û heta li dijî mirovên Kurd bûn êrîş pêk anîn. Demîrtaş, da zanîn ku li ser navê Kurdan çi hebû rastî êrîşan hat û hatin wêrankirin û got: “Min got yên van êrîşan dikin dixwazin şerê nijadî pêş bixin.”
Kê şer xwest ?
Demirtaş ji dozger xwest ku axaftinên wî yên Serokkomar û Serokwezîr hedef nîşan didin tespît bikin û wiha berdewam kir: “Rexneyên min axaftinên Serokwezîr û Serokomar ên HDP kirine hedef ê. Hemû axaftinên min di çarçoveya azadiya raman û fikrê dene. Min banga aşitiyê kiriye. Ez dixwazim siyasetmedarê got “Pêvajoya çareseriyê qediya, Ji niha û şûnde çareserî tune ye” bê tespîtkirin. Bila ev bê tespîtkirin ku kî berpirsiyarê vê pêvajoyê ye bê dîtin.”
‘Ji bo nasnameya min e’
Demîrtaş, da zanîn tu têkiliyên wî bi tu rêxistinan re nînin û got: “Ez Hevserokê Giştî yê HDP’ê me. Ez hemû alav û amûrê tundiyê rexne dikim. Serokomar li 37 bajaran mîtîng pêk anîn û ji hilbijêran xwest dengê xwe bidin AKP û piştevanî jî ji AKP re kir. Şexsiyesetekî ku bi vî rengî siyasetê dike divê vê rexneyê jî li ber çavan bigire. Ez ji bo nasnameya xwe ya siyasî têm darizandin. Serokê MHP’ê Devlet Bahçelî ji Serokomar re got ‘Diz’. Di sala 2015’an de di 15 axaftinan de ev gotin heye. Li vî welatî hiqûq ji min re cuda ji Devlet Bahçelî re cude ye. Parêzerê min têkildarî lêpirsînê agahî da min. Lê ev hevdîtin li ser daxwaza dozger û Biryara Dadgere Sulh Ceza pêk hat. Ev hevdîtina parêzeran di hizûra peyvirdaran de pêk hat. Der barê min de zêdeyî 100 lêpirsînên bi vî tarzî hene. Hevditina min a bi parêzeran re di bin qeydan de tê kirin. Ev li dijî darizandina adîl e.”
AMED