Bi hatina havînê li bajarê herêma Çukurovayê Edeneyê de ji ber germahiya hewayê welatiyan zehmetiyan dikişînin. Welatiyên ku dixwazin hinek hênik bibin çareseriyê di vexwarina ava sûsê de dibînin. Tê gotin ku ava sûsê dermanê aşik, gurçik û rûviyan e. Veysel Kiliçê ku ev 20 sal e li kolanan digere û ava sûsê difroşe diyar kir ku her salên ku derbas dibe firotina ava sûsê kêm dibe û wiha got: " Ji meha Nîsanê heta meha Îlonê welatî ava sûsê vedixwin. Bi kedekî pir mezin tê çêkirin. Wekî derman û şîfayê jî mirov dikare bikar bîne. Ciwan pir venaxwin, lê kesên temenên wan mezin ji ber ku feydeyê ava sûsê dizanin vedixwin."
Kiliç da zanîn ku pêşî gihayê sûsê dixin nava beroşên mezin û dikelînin û piştî jî dihêlin ku dema xwe bigire.
EDENE