
Li Rihayê gundê Ermanan Germûş, Dêra Germûşê ya li gund û hawirdora wê, bêyî restorasyona bê kirin, wek hêwirgeheke heywanan tê bikaranîn.
Di 1915’an de gundê Germûş, gundê herî mezin ê bajêr bû, 10 kîlometreyan dûrî navendê û 5 kîlometreyan jî dûrî Xirabreşkê ye. Dihat payîn ku Dêra Germûşê û hawirdora wê wekî cazîbeyeke turîzmê bê bikaranîn, ji pîsitiya heywanan a li dêrê diyar dibe ku li gel biryarê jî dêr nehatiye parastin û rastî texrîbata defînegeran hatiye. Der barê wê de ji bo bala turîstên xwecihî û biyanî bikişîne ser pêşnûmayên wekî hêwirandin, kampîng, turîzma bejahî û hwd. hatibûn amadekirin, lê bêyî ev bên çêkirin tê dîtin ku li hawirdora dêrê hin avahiyên din ên aîdî Ermenan hene û bi demê re hatine texrîbkirin û tinekirin.
Dêr veguheriye axurê heywanan
Gundê Ermenan ên di dema xwe de 800 mal lê hebûn, niha herî zêde 20 mal lê hene û gelek ji wan jî ji hilweşînê re hatine hiştin. Li gundê dîrokî, tişta herî zêde xesar lê bûyî jî, Dêra Germûşê ye. Dêra Germûşê ya di Ermenkî de wateya wê pir e û navê xwe ji Gamûrçê wergirtiye, niha wek axur tê bikaranîn û her wiha hawirdora wê jî ji aliyê defîngeran ve hatiye kolan.
Şopên Ermenan hatine tinekirin
Dêra ku navê wê ya eslî Sûrp Asdvadzadzîn e, li gel wê li gund dibistaneke ku zêdeyî 100 xwendekarên wê hebûn jî hebûye, lê belê niha der barê vê dibistanê de ti şop jî nemane û her wiha li hawirdora gund bermayiyên manastirên kevn jî hene. Dîroknasên Rihayê, dibêjin, di sala 1881’ê de dêr ji aliyê Hagop Ardvîsyan ve hatiye restorekirin û diyar dikin ku navê manastirên li gund hebûn jî ev in; Sûrp Hovhannes, Sûrp Tadeos, Sûrp Hagop û Sûrp Mînas û her wiha didin zanîn ku, li gund ji bilî Dêra Germûşê du dêrên din jî hebûne.
ARJÎN DÎLEK ONCE / RIHA