Leşkeran 200 metroyî sînor derbas kir, çûn ser axa Rojava û dest bi çêkirina rê kir. Welatiyên Rojava yên bi rewşê hisiyan, ber bi sînor ve meşiyan û destûr nedan sînor bê binpêkirin. Welatiyan got ew dê li hemberî dagirkeriyê axa xwe biparêzin.
‘Li hemberî dagirkeriyê derkevin’
Welatiyê bi navê Reşît Simko yê li navçeya Reco, diyar kir ku leşkerên Tirk berê têlên sînor derbas kirin û li herêma Meydan Ekbez keşîf kirin. Simko anî ziman ku pêkanînê çend rojan dewam kir û pişt re leşkeran li wê herêmê mayînên li ser sînor paqij kir û piştî vê yekê têlên sînor rakirin û nêzî 200 metroyî sînor derbas kirin. Simko bilêv kir ku piştre wesayîtên leşkeriyê û kepçe hatin sînorê Rojava û ji bo leşkeran dest bi çêkirina rêyeke nû kir. Simko destnîşan kir ku wan ev yek qebûl nekir û bang li hemû kesan kir da ku li hemberî dagirkeriya leşkerên Tirk derkevin.
Qaşo Rojava ya Tirkan bû!
Welatiyê bi navê Muhammed Îsa jî nerazîbûn nîşanî binpêkirina sînor da û got, ev hewildaneke dagirkeriyê ye û sûc e. Îsa diyar kir ku berê jî leşkerên Tirk sînorên wan binpê kiribû û Tirkiye dixwaze Şoreşa Rojava bixeniqîne. Îsa anî ziman ku hewildanên wisa tu encamê nadin û li hemberî dagirkeriyê ew ber bi sînor ve meşiyan û ji leşkeran pirsa "Hûn çima sînorên me darbas dikin" pirsîn û leşkeran bersiva "Ev ax li gorî Peymana Enqere ya 20'ê Cotmeha 1921'ê di navbera Hikûmeta Fransa û Hikûmeta Enqereyê de hatî îmzakirin a me ye" da.
Welatiyên Rojava gotin rojên borî li Kantona Cizîrê jî leşkeran behsa heman peymanê kiribûn û diyar kirin ku ew ê li hemberî dagirkeriyê her tim axa xwe biparêzin.
Peymana Enqere
Di peymana 20'ê Cotmeha 1921'an de 13 made hatibûn qebûlkirin lê piştî Peymana Lozanê tu wateya vê peymanê nema. Li gorî madeya 8'an ê peymanê, "Ji Payasa Kendava Îskenderunê heya Meydan-i Ekbez-Kîlîs-Çobanbelî dê riya hesin di nava Tirkiyeyê de bimîne dê bê çêkirin û li ser Çobanbeylî bigihije Nisêbînê. Îstasyonên Payas û Meydan-i Ekbez û Çobanbeylî li Suriyeyê bimînin."
NAZIM DAŞTAN/DÎHA/EFRÎN