Derdê wan ne paneber lê Kurd e!

  • Dewleta Tirk li ser sînorê Wanê û Rojhilatê Kurdistanê dîwaran lê dike. Parlamentera HDP’ê a Wanê Muazzez Orhan got ew dîwar ne ji bo pêşigirtina penaberen e, li dijî Kurdan e.

Li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Kurdistanê ku 295 kîlometre ye, li bilindahiya 3 hezar û 55 metreyî, ‘Qereqola Meydan’ a dewleta Tirk heye.

Li Çaldiranê 27, li Elbakê 30, li Qelqelî û Sarayê 20 kalekol li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê hatine çêkirin. Serê 5 kîlometreyî kalekolek heye. Her roj bi sedan leşker li ser sînor digerin, li seranserê sînor xendekên bi kûrahiya 5 metreyî hene ku ji aliyê leşkeran ve hatine kolandin. Bi sedan balafirên bêmirov ên biçek li ser sînor digerin.

Lê belê dewleta Tirk qîma xwe bi van hemûyan neaniye û niha jî li ser sînorê Wan û Rojhilatê Kurdistanê dîwar lê dike. Waliyê Wanê M. Emîn Bîlmez beriya du rojan bi pesindayinê qala lêkirina dîwar kir, ku ev dîwar wê têkiliya navbera gundiyên Kurd ên li ser sînor bi temamî bibire.

Bi sedan Kurd hatin kuştin

Li ser sînor tenê sala dawî 7 kes, di nava 20 salan de jî 124 kes bi îdîaya bazirganiya hatin kuştin. Tevî ku eşkere bû ku ev kes li ser sînor şivantî dikirin tiştek nehate kirin. Ji vî sînorî ku 120 Kurd ji ber çêrandina sewalan hatin qetilkirin, bi hezaran Efgan bi hêsanî derbasî nava Tirkiyeyê bûn.

Têkildarî mijarê Parlamentera HDP’ê ya Wanê Muazzez Orhan ji ANF’ê re peyivî. Muazzez Orhan anî ziman ku di navbera Kurdan de mîna Sedê Çînê bend tê danîn. Orhan bi bîr xist ku li seranserê sînor xendekên bi 5 metreyî kûr û serê her 5 kîlometreyan jî qereqol hene û destnîşan kir, di rewşeke wiha de lêkirina dîwar tenê tê wateya dijminatiya li Kurdan.

Mûazzez Orhan got, ”Ji xwe ne mimkun e ku mirov ji van deveran derbas bibe. Sînor bi şev û roj ji aliyê balafirên bêmirov ên biçek ve tê şopandin. Herêmeke ku derbasbûn lê nîne. Xendekên ku bi îdîaya ewlekariyê hatine kolandin, gelek heywan û mirov ketin û jiyana xwe ji dest dan. Bi dîtina me, ev dîwar ne li hemberî penaberan e. Ew gelekî bi hêsanî derbas dibin. Wezîrê Karên Hundir dibêje ‘Em nahêlin ku çivîkek jî li herêmê bifire’, lê bi hezaran Efgan derbas dibin. Bêguman ev Efgan mexdûr in, lê dewlet bi durûtî nêzîk dibe. Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Ozhasekî dibêje, ‘Pîşesaziya me li ser piyan dihêle’. Weke hêza kar a erzan li wan dinerin. Li ser hêviya wan rantê bi dest dixin.

Sînor datînin navbera Kurdan

Li vê derê sînor datînin navbera Kurdan. Li her du aliyan gundên Kurdan hene, xizmên hev in. Di vir de dijminatiyê li Kurdan dikin. Li dijî Kurdan ewqasî operasyonan dikin, ev têrê nake niha jî dîwar lê dikin û hewl didin gelê Kurd ji hev qut bikin. Ev polîtîka bi ser nakeve, ji ber ku li cîhanê ne cara yekê ye ku tê kirin. Tenê par 7 kes bi îdîaya qaçaxçitiyê hatin kuştin. Em zanin ku ew qaçaxçî nebûn, ew ciwan bû ku pezê xwe diçêrandin. Li Colemêrgê komkujî hate kirin. Li ti cihî qadeke jiyanê ji Kurdan re nahêlin, nahêlin ku bazirganiyê li ser sînor bikin, nikarin bazirganiyê bikin, niha jî dixwazin ku nehêlin silavê jî bidin hev. Xaka ku beriya 100 salî hate parçekirin, niha dixwazin derbasî qonaxeke nû bikin. Penaberan jî hem weke hêza erzan a kar hem jî weke şantajê li dijî Ewrûpayê bi kar tînin.”

 NAVENDA NÛÇEYAN

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.