Demên berê, wan çaxên ku hê medya dîjîtal tunebû, di nava civakên gundan de gelek caran derewên yarîkirinê lihevanîn ji bo anîna hedana civakê, henek kirin, mirov kenandinê bûn. Ev bi awayê şano û pêşbirkan bû. Yê herî hostayê lihevanîna derewan bûya, dibû gula civakê. Wan derewan zirar nedida kesî, tenê dilê civakê şa dikir. Lê derewên ku ez dixwazim îro behsa wan bikim ne ev in. Ev bi serê xwe mijareke taybetî û wêjeyekê ye. Mijara me derewên Serokkomarê Tirkiyeyê yê bi navê serweriya dagirkeran tên kirinê ye.

Derew di xwezaya hemû zindiyan de heye, di ajal û rêwekan de bi pirranî ji bo xwe parastinê yan jî kamûflekirine ne. Derewên mirovan ji zindiyên din cûdatir in. Li gel hin kesên hewl didin bi derewan xwe bidin guhdarîkirine, pirraniya mirovên virker ji bo yê hemberê xwe xapandin, rastiyan veşartinê û rê li ser rastiyan guherandinê, derew dikin. 

Li gorî psîkologan mirovê derewkirina hobûyî ji xwe re kiriye huner, di nava malê de fêrê wê dibe. Û ev nexweşiyeke têkilî û kesayetiya bi pirsgirêk e. Hemû mirovên derewan dikin, bi giranî ji çanda malbatê ev wergirtiye. Bêguman di dema zarokatiyê û xortaniyê de mirov dikane vê heredariya xirab hetanî radeyekê ji hawîrdora xwe jî wergire. Kesê carê hînê derewan bûbe, pîvana derewkirinê wenda dike û hewl dide di her rewşê de derewan bi kar bîne. Ev di pêvajoya salan de êdî li mirovê derewker dibe wek pareke kesayetiyê. Gelek caran bêyî ku bikane xwe kontrol bike, derewên xwe didomîne.

Bi giştî mirov dikane derewen mezinan di van koman de bicivîne: 1-Ji bo xwe guhdarîkirindayînê, 2-Di rewşên awerte de; mînak di êşkence, hin mirovan parastinê, yan jî lihevanînê de. 3-Ji bo xwe mezin û zana nîşandayinê, 4-Ji ber durûtî û sextekariyê, 5-Ji bo bala giştî xapandinê.

Bêguman di polîtîkayê de mirov dikane hin derewan bi kar bîne, lê divê ew derew ne derewên bikane werin îspatkirin bin, ne derewên li ser rastiyên berçav bin. Li rûyê mirovan nêrîn û derewkirin, di polîtîkayê de dibe têkçûna herî xirab. 

Di dîplomasiyê de li ser tiştên tên zanîn di rengê înkarkirinê de derewkirin ti nirxeke mirovan nahêle. Cihan ne di xewê de ye, ne jî ew gel e ku bi rêyên olî û nijadperestî hatiye xapandinê. Ji bo bikaraninê jî be dîrok, meyîl, bawerî û têgihîştinên her dewlet û gelî baş lêdikolin û wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar tînin. Yanê bi derewan cihan nayê xapandin.

Derew; di tevger, mîmik, nêrîn, deng û rengê mirovan de xwe dide der. Her kes çîroka Pînokyo dizane, dema derew dike, pozê wî dirêj dibe. Di bingehê xwe de ev ji rewşa pêkenokî bêhtir, wek remzekî rastiya derewkirinê li ber çavan raxistinê ye. Makîneyên tesbîtkirina derewan jî li ser pîvana kelecan, herikina xwînê, ango refleksên mirovan hatine eyarkirin.

Haya mirovan ji tiştên Erdogan dibêje, tunebe jî, Gava mirov wê kêliya axaftina wî baş û bi çavekî lêkolînerî raçavîne, ango li reng, tevger, mîmik, destlibakirin û nêrînên Erdogan binêre, bi hêsanî têdigihîje ku derewan dike. Di van demên dawiyê de jî, êdî di wê baweriyê de ye ku ew mîrê cihanê ye, tevahiya mirovahiyê di divêtiya bi wî bawerkirinê de ye. Bê guman, ew çapemeniya ku tenê tiştên ew dibêje, dinivîse û wek rastî difiroşe, bûye bingehê ji tengalê û bêfesal avêtina wî. Hete gava mirov axaftinên wî yên di nava hefteyeke de bide ber hev, dibîne ku bixwe xwe diderewîne. Gelek caran jî xwe di neynikeke gelek cuda de, yan jî li hemberê muxtaran dibîne, dibe ku ji wê be, ji pîvanê dibihure.

Ew gotina wî ya "Di dîroka me de komkujî, nijadkujî û êşkence tune!" ne tenê cihanê, murîdên wî jî di nava matmayînê de hişt. Netenyahû (rastiya wî çi dibe bila bibe) jî bersiveke gelek têr dayê: "Mafê kesê ku gundên Kurdan bombebaran dike, tune ku dersa edebê bide min!" Hevalekî min ê Elman li ser vê derewê ji min re got, "Ma hemwelatiyên Tirkiyeyê ji vê derewa serokkomarê xwe şerm nakin? Li ba me yek rabe bibêje, li Elmanyayê komkujiya Cihûyan pêk nehatiye! Ew tê cezakirin, ku siyasetvan be, ti rû û rûmeta wî namîne!"

Mixabin gelê Tirkiyeyê kirine xeweke wisa giran û nava xewnên nijadperestî, derewên wiha bêbinî jî ji wan re wek lorîkên dayîkan tê.