
Derhênera fransîaxêv ya belgefilma ‘Qira wê anîn’ê Katîa Cafe got, derhênerên jin li her derê cihanê rastî astengiyan tên û got ji çêkirina filman netirsin û dev ji xeyalên xwe bernedin.
Belgefilma ‘Qira wê anîn’ ya di Festîvala Filman a Ekolojîk a Navneteweyî ya Bozcaadayê de hat nîşandan, rastî elaqeyeke mezin hat. Derhênera belgefîlmê, Katîa Cafe ya li Kanadayê dijî, diyar kir ku di belgefilma xwe de ew balê dikişîne ser ekolojiyê û ji civaknasiyê fêde girtiye.

Katîayê da xuyakirin ku ew hema hema çûye serdana hemû welatên cihanê û li welatên wekî Kanada û Fransayê jî derhênerên jin zehmetiyan dikişînin û wiha pê de çû: “Jin divê her tim ji mêran zêdetir bixebitin. Divê jin zêdetir balê bikişînin ser xwe. Ji bo di mihrîcanan de ji mêran zêdetir elaqe bê nîşan dan, divê jin zêdetir bixebitin. Bawer dikim li Tirkiyeyê jî wisa ye. Ji ber vê, divê jin li her derê di nava piştevaniya hev de bin.”
Katîa Cafeyê di dewamê de anî ziman ku hikûmeta Kanadayê di 2011’an de ji bo hejmara derhênerên jin zêde bibe, budce zêde kiriye, lê dîsa jî mêr zêdetir filman çêdikin.
Katîa Cafeyê bang li hemû jinan kir da ku dev ji xeyalên xwe bernedin.
JINNEWS / ÇANAKKALE