Dewleta Tirk ku terora xwe li seransarê bajarên Bakurê Kurdistanê dide meşandin ev çend roj in ku dor li navçeya Şirnexê Cizîrê girtiye û “qedexeya derketina kolanan” îlan kiriye, lê tevî qedexeyê jî gel xwe ji kolanan nakşîne. Di êrîşa sê rojan de 4 welatî hatin qetilkirin. Her wiha tevî zext û astengiyan heyeta HDP’ê kete Cizîrê. Li navçeyê elektrîk, telefon û înternet hatine qutkirin, lewre agahiyên zelal nayên wergirtin.
Heyeta HDP’ê kete Cizîrê
Heyeta HDP’ê li gel hemû astengkirinên polîs û leşkeran bi meşê xwe gihand Cizîrê ku derketina derve jê qedexe ye. Li navçeyê qedexeya derketina derve dewam dike. Heyeta ku ji parlementerên HDP’ê pêk tê û di nav de Mehmet Alî Aslan, Ayşe Acar Başaran û Leyla Guven hene, li gel hemû astengkirinên leşker û polîsan xwe gihand Cizîra Botan.
Li Cizîrê, derbarê encamên terora dewletê li dijî xelkê navçê ya sê rojan, agahiyeke zelal nayê wergirtin. Parlementerê HDP´ê yê Merdînê Mehmet
Alî Aslan li ser hesabê xwe ya tora civakî ragihand ku pêvçûn li taxan didomin û dibe ku hejmara mirî û brîndaran zêdetir be.
Her wiha di heyeta çûyî Cizîrê de Leyla Guven jî cih digirt. Guven li ser hesabê xwe yê Twîttirê ragihand ku ew çûne Nexweşxaneya Dewletê ya li Cizîrê lê ne doxtor û ne jî serdoxtorê nexweşxaneyê li cihê xwe ne û hin welatî di nexweşxaneyê de asê mane û dîl in. Li gorî agahiyên parlementeran, dema ew telefonî ambulansan dikin, bersiva “derketina me derve qedexe ye” digrin.
Polîsên Tirk li Cizîrê 4 kes qetil kir
Li Cizîrê ji ber guleyên ji wesayîta zirxî hatin reşandin ji ber qeyrana dil derbas kirin 4 welatî jiyana xwe ji dest dan. Di nava sê rojan de 2 sîvîl bi reşandina segvanan hatin qetilkirin û 2 welatiyên temendirêj ji qeyrana dil jiyana xwe ji dest dan.
Li navçeya Şirnexê Cizîrê, qedexeya derketina derve ket roja çaremîn. Pêr bi şev, ji wesayîtên zirxî yên bi tîpa Kobra yên li kolana Îdîlê bi cih bûbûn gule hatin reşandin. Di encama reşandina segvanan de welatiyê bi navê Mehmet Emîn Levent ji ber ku polêsan nehiştin bibin nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Her wiha di encamê de li Taxa Nûrê ciwanê bi navê Saît Çagdavûl (19) ê gule li qirika wî ket, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Çagdavûl, ji ber êrîşên giran, li şûna bibin nexweşxaneyê birin mizgefta li taxê. 2 welatiyên temendirêj ên bi navê Haci Ata Borçin(70) û Xetban Bulbul (65) ji ber zêdebûna pêvçûnan qeyrana dil derbas kirin û jiyana xwe ji dest dan.
Polîsên Tirk pêr bi şev hewl dan bi dehan wesayîtên zirxî bikevin taxên Nûr, Cûdî, Sûr û Yafesê û ji ber vê hewldanê di navbera ciwanan û polîsan de pevçûn derket. Bi hezaran welatî ji bo piştgiriyê bidin berxwedana ciwanan daketin kolanan. Polîs li taxên ku ev 2 roj in ceryana wan hatine birrîn bi bombeavêjan êrîşî gel kirin. Li hemberî wesayîta zirxî ya li ser rêya Hezexê, çalakiya bi roketan pêk hat. Li taxê teqînên dijwar rû dan.
Deriyê Sînor ê Xabûrê hat girtin
Piştî ku li Cizîrê qedexeya derketina kolanan hat îlankirin, Deriyê Sînor ê Xabûrê jî hate girtin û bi hezaran wesayît li aliyê başûrê Kurdistanê hatine rawestandin. Ji aliyê Şirnex, Hezex, Nisêbîn û Silopiya ve têketina bajêr jî hat qedexekirin. Ev 3 roj in ku ji ber qedexeya Walitiya Şirnexê Deriyê Sînor ê Xabûrê jî hatiye girtin. Di Deriyê Sînor ê Xabûrê re her roj zêdetirî 2 hezar TIR û kamyonî derbas dibin lê ev 3 roj in destûr nayê dayîn ku wesayît ji Başûrê Kurdistanê derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Ajokerê TIR’ê yê bi navê Hasan Aşkan diyar kir ku ji 4’ê mehê ve destûr nayê dayîn ku ew derbasî Bakûrê Kurdistanê bibin. Aşkan bilêv kir ku ne diyar e ka dê kengê destûrê bidin wan da ku ew derbasî Bakurê Kurdistanê bibin. Li aliyê din ji ber ku ev 3 roj in qedexekirina derketina kolanan a li Cizîrê TIR, kamyon û wesayîtên din jî li ser riya Îpekê hatine rawestandin û bi kîlometreyan li pey hev sekinandî mane.
CIZÎR