Dewleta Tirk û çeteyên bi ser wê ve ev demeke ku li Şehbayê êrîş bi ser gundên Kurdan de dianîn, niha jî dest bi revandina Kurdan kirin.

Çeteyên bi navê Eniya Şamê ya bi rêveberiya efserên artêşa Tirk pêr bi şev bi ser gundên Qar Qelbîn, Naman, Til Battal, Şêx Cerrah, Qaîbe, Til Circir û Şêx Beşîr de girtin û êrîşên girtina Kurdan dane destpêkirin. Hate ragihandin ku saet 06.00’an bi ser malê Kurdan de girtine, di nav de jin jî 50 Kurd hatine revandin.

Li gorî agahiyên xwecih revandina Kurdan ku weke nêçîra Kurdan tê nirxandin dewam dike, piştî ku mirovan direvînin dest li ser mal, milkên Kurdan jî datînin. 

Li Babê 12 Kurd revandin

Her wiha hat ragidandin ku çeteyên Sultan Mûrad li gundên Kurdan ên herêma Babê, operasyonên girtinê dane destpêkirin, di vê çarçoveyê de 12 kes revandin.

Çavakaniyekî ji gundê Qeir Kelbên ê herêma Babê ji ANHA‘yê re diyar kir ku koma çete ya bi navê Sultan Mûrad pêr bi şev, li hember gundên Kurdan “Qeir El-Kelbên, Til Betal, Nûman, Til Cercîr, Şêx Beşîr û Keîba û Şedûd” operasyonên girtina ser mala dane destpêkirin û destnîşan kir ku di çarçoveya operasyonê de 12 welatiyên Kurd, di nav de du kes ji malbata Ebdulqadir Neso û hin ji malbata Elî Neso û Bekrawî Cerah hatin revandin. Heman çavkaniyê da zanîn ku çete bêyî cudahî dikevin her malan û telefonên wan ên destan ji welatiyan distînin da ku ji têkiliyên wan bi derve re qut bikin û nehêlin kiryarên wan bêne eşkerekirin.

Çakaniyî destnîşan kir  ku çete wê Kurdan ji gundên wan derbixînin û li şûna wan alîgirên xwe bi cih bikin û destnîşan kir ku armanca çeteyan ew e ku bingeha xwe ya gelerî di herêmê de çêbike. 


 ANF/ŞEHBA