Serdan heya danê êvarê berdewam kir. Gel dema ku ji goristanê veqetiyan jî xwarina bi xwe re anîbûn li pey xwe li ser gora miriyê xwe hiştin. Li gor baweriya ola Êzîdîtiyê di vê demsalê de çi fêkî û xwarina xweş hebin ji bo miriyê wan li cîhana din ji wan bêpar nemînin li ser gora wî/ê xêra wan didin. Her wiha dema diçin jî xwarina dimîne li pêy xwe dihêlin. Li gor baweriyê ev risqê miriyan e.
Roja mezelan her sal di meha Hezîranê de tê bîranîn. Ev roj li hemû cihê Kurdên Êzîdî lê dijîn tê bi bîranîn.
MOSKOW