
Piştî fermanê ev sala sêyemîne gelê Êzîdî di nava şertên herî dijwar de têkoşîn dikin. PDK jî bi ambargoya danî ser Şengalê. Ti Rêxistin û Saziyên Mafên Mirovan, Başûrê Kurdistanê û Iraqê heya niha alîkarî û destek nedane mexdûrên li Şengalê. PDK’ê alîkariyên ji derve ser navê gelê Êzîdî tên digire û li ser navê xwe û li gor kêyfa xwe belav dike.
‘Zivistana çiyayê Şengalê dijwar e’
Der bare sermaya zivistana derbasbûyî de welatiyê Şengalî yê li Çiyayê Şengalê dijî, Xêro Murad wiha axivî; “Şansê me hebû di sala fermanê de newekî salên berî fermanê zivistan dijwar nebû. Lê me gelek zorî dît. Ji ber gelek ji wan malbata sermaya çiya nedîtibûn û li çiya ne jiyabûn sermaya çiya zehmet bû. Di zivistana wê demê de gelek cara av dikete çadiran û çadir diketin,lê me her li ber xwe da.”
Xêro Murat wiha jî dewam kir; “Pêwîstiyên me gelekin, ji ber ti tiştek me nîne û tiştên tênjî her kes li gorî berjewendiyên xwe li gel belavdikin, ango her kes li gorî siyaseta xwe alîkarî dide gel.”
‘Zarok di nava naylonê de xew dikin’
Yek ji niştecihên çiyayê Şengalê Îdo Qasim jî wiha got; “Di çiyê de gelek zehmetî hene û pêwistiyên jiyanê pir kêmin. Ev demeke em hatine çiya de ne, ji dervey çend dara û qetek naylon heta niha ti tiştî me nîne. Zarokên min li nav naylonê de dirazên, naylon jî kême cihê me dibin naylonê de nake .”
Îdo Qasim di dawiya axaftina xwe de ragihand ku dema li Başûrê Kurdistanê û Iraqê ji bo wan alîkari dihat jî ne didanê û wiha bi dawî kir; “Ez dengê xwe digihînim hemû cihên ku karibin bi me re bibin alîkar da ku karibin vê zivistanê hindik be jî germ derbas bikin.”
SADIQ XELÎL / ROJNEWS / ŞENGAL