Patriek Jensen ê ji Amerîkayê ban gli tevahiya mirovên li Amerîka û çar aliyên cîhanê kir ku xwedî li gelê Kobanê derkevin û got, "Bi armanca piştgirîdayîna gelê Kobanê em konan vedidin. Gelê Kobanê bi rastî jî di rewşeke zehmet de ye. Em bang li mirovên li Amerîka û welatên din dikin ku piştgiriyê bidin Kobanê. Heta ku gelê Kobanê li warê xwe vegere, em ê piştgiriyê bidin wan."
'Ciwanên Kurd li ber xwe didin’
Mine Ule ya ji Koreya Başûr hatiye Pirsûsê da xuyakirin ku êrîşên li hemberî Kobanê êrîşên ew hêzên dixwazin Kurdan di statuya mêtîngeriyê de rabigirin e û destnîşan kir ku gelê Kobanê bi dayîna berdêlan pêşî li komkujiyên sivîlan girtiye. Ule got, "Rêxistina hov a bi navê DAIŞ'ê îro li pêş çavê tevahiya cîhanê dixwaze li Kobanê komkujiyê bike. Eger gelê Kobanê ji cih û warên xwe bûye û mehkûmî mayîna li binê konan bûye, ev yek şerma her kesî ye. Eger li erdnîgariya Rojhilata Navîn bi çavê mêtîngeriyê li civakekê tê nihêrin û mafên mirovan ji dest digire, divê her kes lê bifikire. Ji ber ku gelê Kurd hewl da sîstema xwe ava bike, hin kesan nekarî xwe lê rabigirin. "
RIHA