Rexmî qedexe û zexta dewleta Tirk a li ser zimanê Kurdî kesên ku ne Kurd jî wekî welatiyên Îtalyan, Tirkmen û Tirk serî li KURDÎ-DER’ê ya Îzmîrê dan û li wir ferî Kurdî dibin.

Xwendekara Zanîngeha Egeyê Çagla Aktaş a ku perwerdehiya Kurdî dibîne diyar kir ku ew beşa mamostetiyê dixwine û perwerdehiya zimanê dayikê şert e. Aktaş destnîşan kir ku dema perwerdehiya zimanê dayikê tê dayîn zarok di dersên xwe de serkeftî dibin û zimanê dayikê mafek e. Aktaş bal kişand li ser polîtîkayên pêkûtî û înkarê yên li dijî Kurdî û got ku ji ber vê yekê xwestiye fêrî Kurdî bibe. Aktaş da zanîn ku dema ku hatiye KURDÎ-DER’ê rewşeke germ dîtiye û ev 2 hefte ye dersên Kurdî dibîne û zû pêş dikeve. 


‘Kurdî zimanê miletekî ye’

Cemre Goçer ê Tirkmen jî sedema daxwaza fêrbûna Kurdî wiha rave dike: “Bi salan ez di nava Kurdan de mam. Em bûn cîranên hev. Lê min zimanê wan nedidît. Ji bo ku ez bikaribim bi zimanê wan bi wan re sohbet bikin fêrî Kurdî dibim.” Goçer got ku li dijî van polîtîkayên îmha û pêkûtiyan ew ê bi israr hînî Kurdî bibe û wiha pê de çû: “Dewlet ji bo ku Kurdî bê tunekirin û neyê axaftin çi ji destên wan tê dikin lê çi dikin bila bikin Kurdî zimanê miletekî ye û dê bê axaftin.”


‘Ez ê fêrî Kurdî bibim û biçim Rojava’

Şengul Kiliç jî anî ziman ku berê jî zimanî Almanî hîn bûye ji ber vê di fêrbûna Kurdî de zehmetiyê nakişîne û di demeke kin de gelekî pêş ketiye. Kiliç bal kişand li ser girîngiya zimanê dayikê û got ku divê gelên ku li cografyaya Anatolya û Mezopotamyayê divê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin. 

Cosimo Pika yê Îtalyanî jî diyar kir ku ji ber fêrbûna zimanê Kurdî gelekî kêfxweş e û bi salan e eleqeya wî ji bo Kurdî heye û dixwaze hînî Kurdî bibe û biçe Rojava. Pîka wiha got: “Ez dixwazim bi zimanê gelê wê derê biaxivim. Dîsa ez bi îtalyanî ders didim kurdî zimanê geleke ye û ji ber vê min xwest hîn bibim.” 


 DÎHA/ÎZMÎR