Ew ji axa Kurdistanê pir dûr in, lê dilê wan ji axa bav-kalên wan dûr nîne. Dilê ku tije êş e lê carna li Kobanî, carna li Amedê û carna jî li Silêmanî û Merîwanê ye. Ew bi darê zorê, bi armanca guherandina demografiya hinek herêmên wilayeta Urmiyê ji Kurdistanê hatine dûrxistin. Bi merema parastina sinorên Îranê serxwebûna dewleta Îranê jî bi ked û xwîna xwe parastin. Elbete divê bi bîra we bînim ku Kurdên Xorasanê bi destûra şahên Sefewî ber bi wira hatine dûrxistin, lê armanca wan ya sereke serkût û cudakirina pareke mezin ya Kurdên Urmiyê û bakurê bajarê Urmiyê û pêşîgirtina Qezaq û Tirkmenan bo Xorasanê bûye ku carna heya Isfehanê jî dihatin. Lê beriya wan jî Kurdên xwecih li Xorasanê hebûne.

Sedan sal e ku êdî ew weke “asinê avdîtî” lêhatine. Ew hebûn û mayîna dîrokeke tije agir û tevkujiyane. Ferqa Kurdên Xorasan û ên bakurê Kurdistanê di vir de ye ku Kemalîstan karîn di 70 salan de wan asîmîle bikin û îro piraniya wan bi Tirkî diaxivin, lê ne padişahên Sefewî, ne zalim û înkargerên Qacarî û Pehlewî û ne jî siyaseta tije zext û zora Komara Îslamî, tevî hemû tevkujî û dûrxistina wan ji axa bav û kalan, nekarîn Kurdên Xorasanê xelas bikin. Ew hêşta jî bi Kurdî dijîn, bi Kurdî diaxivin û nasnameya xwe ya netewî wenda nekirine. Ma bextewerî ji vê mezintir dikare çi be? Berê dengbêj û îro jî rewşenbîr û siyasetmedar xwdîtiyê li nasnameya xwe dikin.


Rewşa girtiyên siyasî

Kêm kes hene ku bi kedeke bêdawî li hemberî biryarên neyasayî disekinin û wek sembol di nava xelkê de xwedî rûmeteke bilind in. Kesên wiha di nava Kurdên Xorasanê da hene lê pir kêm in. Du mînakên wiha nivîskar û helbestvanê navdar Elîriza Spahî û dîrokzan û lêkolînvanê hêja Kelîmulah Tewehudî ne. Wan di salên tije nexweşî da tim banga hişyarîyê di nava gel de belav kirine. Kesên wiha ji kirasê rastî û nasandina cewherê demokrasiyê derneketine, lê divê em bizanin ku peywendiya di navbera dîn û demokrasiyê de dîwarekî hesinîn û bilind e ku di dirêjahiya dîrokê de qet ji hev hez nekirine. Çimkî dîn reforman napejirîne û demokrasî jî berhemê gûherandina dem û çaxê ye. 

Rewşenbîrên civakê di sîstemeke xwedî otorîte a olî de qet nikarin bi paşerojê re dilxweş bin û hêvîyan wan neçirmisin. Li hemberî rewşenbîrên civakê hikûmetên stemkar bêtoleransin. Ji ber wê jî hinek ji welatê bav û kalên xwe direvin, yên ku dimînin jî an di çarçova dîwarên mala xwe girtî û esîr in, an jî di korîdorên dadgeh û hucreyên zindana Êvîn û Kercê de jiyanake tije nexweşî derbas dikin. Yên bêdeng jî carna ji qehr û xeman difestisin.


Gotin û daxwaz

Girtiyek ji Kurdên Xorasanê* beriya ku bikeve zindanê bi dengekî şikestî û xemên tije êş ji min re wiha got:“ Xema min nexwe, çimkî ez xwe layîqî jiyanê dibînim, lê divê haya me ji wan kesan hebe yên ku tim ji erd û esmana bi gilî û gazinde ne û tiştekî jî nakin… Kesên ku berdewam durû ne û bi sed awayan xwe diguherînin. Ji wan dûrketin sûda xwe zêdetir e, çimkî wana weke ku xwestine nejiyane, kesên mîna gulberojê ne ku tenê teqlîdê dikin. Ji bo rewşa min xemgîn nebe, çimkî tevî ku ez bi tenê me, lê di rewşên herî giran da jî aşiqê doza xwe mame..., sîstemên ku çi meşrûiyet xwe di nava xelkê da nemabin, yê li me wiha bikin û dixwazin bi pere û diravê xwe yê rizî berdeyan ji xwe re peyda bikin. Pirsgirêka me Kurdan dewlet an jî Ecem nînin, ew bi me nikarin, lê muşkila me Kurd bixwe ne ku yek nînin. Xiyanet, sîxûrî û caştiyê li dijî xwe dikin. Bi sed rengan xwe di çavê dijmin da rezîl û ruswa dikin.“

Bi van gotinan re qet nikarim dengê wî hevalê şirîn û ezîz ji bîr bikim. Êş û hisên tije rica di dengê wî de qet ji bîra min naçin. Êşa ku ji min re pir girane ev e:“ Kûrmê darê ji darê nebe, dar qet narize... Lê kûrmên me bûne xwedî temenekî çend sed salî, ketine canê darê û dev jê ber nadin! Ma heya kengî!? Çima gere em xwexûr bin?”


Rewşa dawiyê ya Kurdên Xorasanê

Nivîskar û kesekî xwedî ked li ser rewşa îro ya Kurdên Xorasanê ji min re wiha got:“ Metirsiyên li ser me Kurdên Xorasanê çend tiştin:

* Destek nedana sîstema fêrkirina fermî bi zimanên nefermî yê kêmnetewan. Yanî bi awayê astengkirina kar û çalakiyên rojnamevanî, weşandina pirtûk û kovaran di nava Kurdan de zimanê Kurdî yasax e.

* Nebûna fêrgeh û dibistanên Kurdî di nava bajar û gundên Kurdan de, ne ji hêla desthelatê û ne jî ji hêla sazî û kesên serbixwe de.

* Bê hêzbûna morala xwebawerî û xwenasîna gelên bindest ji ber sivkatiyên domdirêj û sîstematîk ji hêla gelê serdest ve.

* Asteng kirina têkiliyên di navbera Kurdên Xorasanê û Kurdên din li çar parên Kurdistanê. Ev astengî carina bi riya binçavkirin û heta gefên kuştinê jî pêk tên.

* Nebûna akademiyên zimên û saziyên dewlemendkirin û peyvçêker a zimanê Kurdî. 

* Nebûna televîzîoneke serbixwe ku bikare Kurdî wekî zimanekî navnetewî bide nasandin, bawerandin û pejirandin.


Hêviyên Kurdên Xorasanê

Zarokên Kurd ên Xorasanî, hêdî-hêdî bi nirx û dewlemendiya ziman û çanda xwe a kevnar hesiyane û pêre jî baweriya wan kûrtir bûye. Rêya ku êdî sîstema yekpartî a desthilatdar jî nikare pêşiyê li ber bigire.

Dema min bi hûrbînî li malperên internet û kanalên Telgram, facebook û wêblagên aktîv li ser çand, ziman û dîroka Kurdên „ Kurdistana Xorasanê “ nêrî, ronahiya paşerojeke xweştir li ber çavên min hat xuyanê. Çimkî tenê di du salên derbasbûyî da bi eşkere girêdana nifşên nû yên Kurdên Xorasanê li gel çand û zimên( tevî hemû pirsgirêkên heyî ), hêdî-hêdî zêdetir bûye.

Ji hêla din jî alav û amûrên modern ên înternetê wekî satalît, Telegram û Facebookê, zêdetirî her netewekî din xizmeta Kurdan û bi taybet jî Kurdên Kurdistana Xorasanê kirine. Naskirina zimanê Kurdî yê zanistî û akademîk, têgihîştina li dor armancên serhildanên siyasî-dîrokî yên gelê Kurd, bixwebawerî û xwenaskirineke zêdetir, parek ji destkeftên wê teknîka pêşverû ne. Êdî ji vir û şûnda ji bo nifşên nû jiyana bi bê înternet mumkin nîne. 

Tevî hemû metirsî, heps û zîndanan, ciwanên Kurd ên Xorasanê êdî ji zindan, girtin û binçavkirinê jî natirsin.

Niha Kurdên Xorasanê pir hewl didin ku bi awayekî zanistî xwe nas bikin û xwe ji gemara dîroka sexte ya ku ji wan re hatiye vegotin, rizgar bikin û bingehên hebûna xwe biparêzin.


Bandora kanalên Telegramê

Di roja îro da bi giştî li Îranê û bi taybetî di nava Kurdan de Telgram pir tê bikar anîn. Di nava Kurdên Xorasanê de armancên piraniya kanalên Telgramê jî wiha xuya ne:

1. Afirandina atmosfêrekî ku wek qada çandî-civakî xwedî armancên mîna nasandina çanda dewlemend û pirbar a Kurmancî be.

2. Birêvebirina bîranînên qedirnasiyê ji bo zana û helbestvanê navdarê Kurmanc Ceifer Qolî Zengilî.

3. Girîngîdayîn bi perwerde û fêrkirina zimanê Kurdî( zarava Kirmancî ) çi di warê nivîsandin û çi di warê fêrkirina axaftina vî zimanî wek zimanê zikmakî.

4. Kar û xebat bi armaca xwebaweriyê di nava Kirmancên herêmê de.

5. Naskirina dîroka siyasî û xebata Kurdên Xorasanê di dirêjahiya sedan salên ku ji Kurdistanê hatine dûr xistin. Kesên weke Şêre mêrê Kurmancan Serdar Êyvezxanê Celalî, fermandarê şer û muzîkê Xido Serdar, Ceco û yên din ku li dijî hakimên fasid şerê hikûmeta navendî kirine.


Îranî û Kurdên Xorasanê

Dema Îranî li ser wan dinivîsin, li ser wê xalê disekinin ya ku wan û Kurdên Kurdistanê ji hev cuda dike. Ew zêdetir ji faktora etinîkê li ser mezhebê Kurdên Xorasanê dinivîsin. Ew baş dizanin ku bi sedan sale mezheb baştirîn çek bûye ku bi destê Kurdan û li dijî wan bixwe bikar bînin. Tevî ku li pey koçkirina wan ya ber bi Xorasanê Kurdên koçber bi mezhebê xwe sûnnî bûn, bes bi derbasbûna sal û deman re ew bi teşwîq, gef, zor û heta kuştinên komî jî kirin şîî. Êşa ku tevî xwe “şerê mezheb û olan” anîye û heta roja îro jî berdewam e.


Du tiştên esasî 

Di roja îro de ger rewşenbîrên Kurd û pêre jî doza siyasî a çar perçên Kurdistanê piştgîriyê nedene Kurdên Xorasanê, du tiştên esasî ku wan ber bi nemanê ve dibe, ev in:

 1- Heya radio, TV û cihana ragihandinê wiha pêş nekeftibû, li bajar û gundên herêmê Kurd bi zimanê xwe diaxivîn. Carê li hemû gundan zimanê jiyanê Kurdî bû. Li pey çêbûna TV´yên satalît êdî dewleta Îranê jî weke dewleta Tirkiyê dest bi siyaste asîmîlasyonê kir. Bi rêya rêze fîlim û rêgirtina li ber kesên ku dixwestin û dixwazin karekî ji bo parastina kultura xwe bikin, niha di navbera nifşê nû û yên berê da mesefa çêkirine. Bi taybetî êdî zarokên îro bi zimanê xwe yê zikmakî re bêgane ne.

 2- Êdî em tenê di dewat û şahiyan da kincên Kurdî dibînin. Di nava eşîret û jiyana gundewarî de tenê jinên pîr û kalên bi temen ji kincên Kurdî sûdê distînin. Kincên ku form û bedewiya xwe ji sirûşta Kurdistanê standine.

Di serdema herî dijwar ya jiyanê da taybetmendî û dewlemendiya dewat û folklora Kurdên Xorasanê bala gerîdokên biyanî jî kişandiye ser xwe. Ew dewat û şahiyên Kurdan, liv û lebata wan di çaxê dewatkirinê de weke felsefeya mayîna wan dibînin. Min di jiyana xwe de rastiyek di piraktîkê da his kir:

Delalîya kiras û rengên kincên Kurdî hemû xemên riha mirov derman dikin. Sirûşt û kincên tije rengên sor, şîn, zer û pembeyî tevlîhev bûne û xemrevîn in. Dema riha min ji jiyana rojane diweste, ez diçime dewatên Kurdan an jî dewateke Kurdên Kurdistan û Xorasanê temaşe dikim. Hêza ku wek xwarina rihê tê ber laşê min, ji hemû xwarinên ku zikê mirov têr dikin, xweştir e. (Bi dawî bû)

* Ji ber pirsgirêkên emniyetî navê wî li vira nayê nivîsandin. 


KAKŞAR OREMAR