Bi sedan welatiyên navçeya Dirbêsiyê ya Hesekê cenazeyê endamê Asayîşê, Ebdulrehman Seyîd ê dema erka li navçeya Til Temir pêk dianî, şehîd bû, spartin axê.

Di goristana Şehîd Rustem Cûdî de ji bo Şehîd Ebulrehman Seyîd merasîmek hat lidaxistin. Di merasîmê de Endamê Rêveberiya Asayîşê, Usama Temir jî axivî û got, ew ê heta dawî şopdarên riya wî bin. Her wiha Endamê Meclîsa Navçeya Dirbêsiyê Ebdulah Şêxaka jî axivî û got, ew ê heta avakirina Sûriyaya azad xeta şehîdan bidomînin.

HESEKÊ