Di vê sohbetê de behsa avakirina televizyonekê hat kirin. Sohbet dûr û dirêj dewam kir. Di kêliyên sohbetê de behsa navê vê têlevizyonê jî kirin. Wek henek gotin, em wek TRT a Tirkan, navê KRT lêkin. Û ev sohbet-civîn bi vî rengî belav bû.
Farûk SAKIK
Yekem televizyona Kurdî û ya Kurdan navê xwe ji yekem şaristaniya Kurdan, ji Medan wergirtibû. MED TV, 2500 sal piştî hilweşîna şaristaniya Medan, dest bi weşana xwe kiribû. Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo Kurdan pirr tişt neguherîbûn. Kurdistan her di bin dagirkeriyê de bû û Kurd her di nav têkoşîna neteweyî de bûn. Zimanê wan qedexe bû, navê welatê wan tinebû, serok û pêşengên wan yan li zindanan, yan li çiyayan, yan jî li sirgûnê bûn. Yekem weşangeriya televizyona satelîtî ya Kurdan jî bi vî awayî li sirgûnê, li dûrî welêt, li Belçîkayê dest pê kir.
Di payiza 1994’an de, li Akademiya Çand û Huner a Kurdan a li bajarê Neussê yê Elmanyayê; ji pêşeng û damezrenerên PKK’ê Mustafa Karasû bi hunermendan re sohbet dikir. Di vê sohbetê de behsa avakirina têlevizyonekê hat kirin. Sohbet dûr û dirêj dewam kir. Di kêliyên sohbetê de behsa navê vê têlevizyonê jî kirin. Wek henek gotin, em wek TRT ya Tirkan, navê KRT lêkin. Û ev sohbet-civîn bi vî rengî belav bû.
Li ser vî fikrî bi Ocalan re şêwrek çêbû û wî erê kir. Ev nihêrîn li bajarê Bonnê, li komeleyê, bi rewşenbîrên Kurd re hat parvekirin.
Xebatê dest pê kir. Destpêka sala 1995’an ji bo peyka satalîte û lîsansê ketin nav hewldanan. Li Birîtanyayê lîsans wergirtin. Li navekî digeriyan, çend nav hatin pêşniyazkirin lê di dawî de li ser navê MED TV biryar hat dayîn.
Di heman demê de li navendeke studyoyan digeriyan. Di demeke wiha de nêzî paytext Brukselê, li bajaroka Vilvoorde studyoyek dîtin. Avahiyeke biçûk 2 qat û nîvî bû. Li qata yekem beşa Soranî li qata duyem jî beşên Kurmancî û Tîrkî bicîh bûbûn.
Li vê derê xebatan dest pê kir. Derfetên wan sînorkirî bûn. Di weşana dîtbarî de Kurd ne xwedî tecrûbeyan bûn. Di destpêkê de bi giranî biyanî hebûn û xebatkarên Kurd jî, li berdestê wan perwerde dibûn.
Di destpêkê de li vê studyoyê tenê kompûterek hebû. Bi dorveger dixebitîn. Dîsa ji bo ku di kompûteran de tîpên Soranî tinebûn, nûçe bi dest dihatin nivîsandin.
Û ew roj hat...
Ew roja ku herkes li bendê bû hat; di 31’ê Adara 1995’an de têlevizyoneke nû li medya cihanê zêde bû; MED TV. Êvarê saet di 17:00’an de weşana testê dest pê kir.
Lê roj bi roj hejmara xebatkaran zêde dibû. Rojnamevan û yên bi xwe bawer di karê medyayê de, berê xwe didan vê navendê.
Hatin û li vê derê dest bi perwerdehiya karê têlevizyonê kirin. Nûçe çawa tên amadekirin, dublaj çawa tê xwendin, pîvanên spîkeriyê çi ne... Dîsa gelek kes jî ji bo fêrbûna teknîkê ketin nav hewldanan.
Di 15’ê Gulana 1995’an de derbasî weşana normal ango asayî bûn.
Roj hat, kapasîteya vê avahiyê têrî xebatên televîzyonê nekir. Li ser vê yekê li cihekî nû û mezin geriyan. Di dawiyê de agahiyek wergirtin li Belçîka li bajarokê Denderleeuwê hin studyoyên dîtbariyê hene. Cihekî mezin e, nêzikî 30 TIR li wê derê xebatên ji bo konserên mezin û mihrîcanan dikin. Ew jî li cihekî wiha digeriyan.
Piştî temamkirina karên burokratîk, di dawiya sala 1995’an de barkirin û hatin li van studyoyên bajarokê Denderleeuw bi cîh bûn.
Efsûna MED TV xeyal vejandin
MED TV wek ruhekî biefsûn li ser xaka Mezopotamya geriya, çand, folklor, ziman, adet, tore, muzîk, stran, çîrok û xeyalên mirovên van zewiyên xemgîn, careke din vejandin.
Lê di ekranên MED TV de, bi gelek ziman û zaravayên ku li dijî zextên dewletên dagirker li ber xwe didan, weşan dihat kirin. Zimanê Kurdî tevî çar zaravayên xwe her şev ji camên televizyonan ber bi hesret û xeyalên Kurdan ê hezaran salan ve diherikî.
Her wiha zimanê Asûrî/Suryaniyan ku di bin heman zextan de ye, ji ekranên vê televizyonê digihişt ser zewiyên ku koka xwe jê distîne.
Zimanekî din, zimanê qewmê Lazan, ew jî ku li Tirkiyeyê qedexe ye; carinan bi stran û kilamên xwe li dijî dijminên mirovahiyê li ser ekranên vê televizyonê derdiketin pêş.
MED TV ji bilî van zimanên qedexekirî, her roj di demên cûr bi cûr de bi Tirkî, Erebî û Ingilîzî jî weşan kirin. Kilamên Ermenî, Farisî û gelek zimanên din jî car caran di ekranên vê televizyonê de derketin pêş.
Serketina vê kanala televizyonê belkî jî ew e ku wek dengê Rojhilata Navîn pirrengîn û hesreta însanên wê herîma biqeda, hesreta biratî, demokrasî û wekhevîyê di ekranan de be jî anîbû ziman.
Her wiha oldarên Îsewî, Misilman, Elewî û Êzîdî di rojên xwe yên pîroz de li ser ekranên MED TV civiyan; qesîde û duayên xwe gihandin hemû alemê. Di rojên pîroz ên van komên olî de, şahî û bernameyên taybet jî hatin pêşkeşkirin.
Hesta netewebûnê bi pêş ket
MED TV ji ber ku bi taybetî ji bo dû gelên bê dewlet, ji bo Kurd û Asûriyan weşan dikir, wek dibistanekî bû. Ev telewîzyon ji bo her du gelan jî di vî warî de yekemîn derfet bû. Kurd û Asûriyan yekem car bi saya vê telewîzyonê bi dewlemendî û kûrahiyên nirxên xwe yên neteweyî hisiyan.
Bi taybetî di nav Kurdan de hesta netewebûnê piştî weşanên MED TV bi awayekî li ber çav bi pêş ket. Kurd bi hevûdin hesiyan, welatê xwe nas kirin, bi hêza xwe hisiyan û dîroka xwe derxistin holê.
MED TV di pêvajoya rizgarbûna Kurdên bindest de bi roleke girîng rabû. Ziman û çanda wan a qedexekirî û veşartî li wan vegerand. Ji hişyarbûna wan a sedan salan re alîkarî kir.
Ji ber vê rola dîrokî MED TV bela û bala dijminên mirovahiyê jî kişand ser xwe. Ew mişkên tariyê, ji bo reşkirina ekranên rengên Mezopotamya cara yekem sala 1995’an ketibûn tevgerê.
Dema ku serokê PKK’ê Ocalan bi rêya ekranên MED TV, destê aşîtiyê dirêjî dagirkeran dikir û ew vedixwendin agirbestê, rejima Tirk bi sînyalên dijber ekrana MED TV’yê reş kir.
Erişên ji bo reşkirina ekranên MED TV’yê piştî Cotmeha 1998’an bê navber dewam kir.
Rêvebirên rejima Tirk, ji ser peyka Turksatê ji Stenbolê sînyal li dijî peyka MED TV rêdikirin û bi vî awayî di fezayê de korsanî dikirin.
Vê jî têrê nedikir, di qada navneteweyî de dest bi xebatên lobiyê kiribûn. Berjewendiyên aborîyê yên dewletan wek qoz bi kar dianîn.
Ji bo di qada navneteweyî de vê televizyonê krîmînal nîşan bide, di warê dîplomasiyê de jî dest bi pêngavekê kiribû.
Operasyonên dewleta Tirk
Di 18’ê Adara 1996’an de Brukselê peymanek bi Enqerê re mohr kir, di vê peymanê de, operasyona li dijî MED TV wek “Operasyona Spûtnîk” hatibû binavkirin.
Vê çaxê hikûmeta Tansu Çîler, desthilatdar bû. Mehmed Agar jî Midurê Ewlehiya Tirk a giştî bû.
Ev peymana ku li Enqerê hatibû îmzekirin, bûbû sedema erişên li dijî saziyên Kurdan yên li Ewrûpayê.
Yek ji hedefên van operasyonan jî MED TV bû.
Dest danîn ser pereyên şirketa Roj NV ku ji bo MED TV bername amade dikirin.
Dema ku 13 Milyon Mark li Luksembûrg û 5 Milyon Frank jî li Swêdê ji bo kirêya peykan hat razandin, dewletê dest danî ser van pereyan û li ser daxwaza dewleta Belçîka ev pere li wê derê hate bilokekirin.
Demekê bi şûn ve, di 16’ê Îlona 1996’an de hedef vê carê studyoyên MED TV yên li navçeya Denderleeuw a nêzî Brukselê bûn.
Di operasyona li hember televizyonên Kurdan de 200 cendirme û polêsên Belçîkî cîh girtibû.
Gelek xebatkar û mêvanên televizyonê hatibûn binçavkirin. Yên hatin binçavkirin birin navenda cendirmeyan. Ji van kesan 5 rêvebirên televizyonê mehekê girtî man.
Belgeyên ku li Belçîqa bi dest ketibûn, di Hezîrana 1997’an de di rojnameya De Morgen de hatibûn weşandin. Li gorî îdiayên rojnameyê, plana vê operasyonê li Enqerê hatibû danîn û peyman ji aliyê herdu dewletan ve hatibû îmzekirin.
Dîsa li gorî Rojnameya De Morgen, ev peyman di 9’ê Tîrmehê de di navbera midurê ewlekariya giştî yê Belçîka Willy Darider û Midurê Ewlekariya giştî yê Tirkiyê Alaattîn Yuksel de hatibû îmzekirin.
Yekemîn televizyona gelê Kurd bêdeng kirin
Piştî erişê, studyoyên li Denderleuwê nedihatin bikaranîn û Brîtanyayê jî lîsansa dayî cemidandibû.
MED TV piştî vê erişê demekê weşana xwe li studyoyên Swêdê dewam kir.
Doz hat vekirin û li Birîtanya dihat şopandin. Piştî demeke dirêj, polîsê Brîtanya “Skotland Yard” di 1997’an doza li hember MED TV û Weqfa Çanda Kurd vekiribû, bi awayekî fermî da sekinandin.
Polîsê Brîtanya “Skotland Yard” dîsa biryar da ku 13 milyon markê li Luksembûrgê û 5 milyon Frankê li Swêdê ji bo kirêkirina peykê hatibû veqetandin û desteser kiribûn, ji nû ve bidin Weqfa Çanda Kurd.
MED TV piştî vê biryarê careke din li studyoyên xwe yên li Belçîkayê dest bi weşanê kir.
Piştî demekê, ev weşana MED TV dewam kir. Êriş û hewldanên dewleta Tirk yên ji bo girtina televizyona Kurd jî bêsekin dewam kir.
Sala 1999’an, vê carê li ser dewleta Brîtanyayê zext kirin da ku lîsansa MED TV betal bike.
Paşê bi zextên li ser Elmanya, Brîtanya, Lehistan, Spanya, Fransa û Portugalê xwest ku weşana MED TV bide rawestandin. Di Nîsana 1999’an de bi komploya navdewletî, pêla êrişa li dijî medya Kurd jî dest pê kir. Komisyona Serbixwe ya Televizyona Brîtanî (Independent Television Commission ITC) lîsansa MED TV betal kir û weşana wê rawestand.
Di encamê de wê koalîsyona dijberên MED TV di dîroka mirovahiyê de biryareke rûreşiyê mohr kir û yekemîn televizyona gelê Kurd a satelîtî bêdeng kirin.