Li Tirkiyeyê tansiyona siyasî bi nêzîkbûna roja hilbijartina parlamentoyê re bilindtir dibe. Anketên tên weşandin bi aşkereyî nîşan didin ku piştgiriya xelkê ya bi partiya desthilatdar AKP’ê re roj bi roj dihele. Pêr şirketên lêkolînê Gezîcî û Metropolê encamên lêkolînên xwe yên dawî weşandin. Li gorî daneyên herdu şirketan dengên AKP’ê li derdora ji sedî 39 û 42’yan digerin. Dengên CHP’ê ji sedî 27-28 û yên HDP’ê jî di navbera ji sedî 10.4 û 11.3’yan de ye. Li gorî van daneyan ji bo AKP´yê metirsî heye ku bi serê xwe nikaribe hikûmeta nû ava bike. Eger di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de encam wer pêk werin, wê çaxê hejmara parlamenterên AKP’ê dadikeve biniya 276’an û AKP mecbûr dimîne ku bi partiyekî din re hikûmeteke koalîsyonê çêke...
Ev rewş, AKP’ê û Recep Tayyîp Erdogan ê ku dixwaze rejîmeke sultantiyê ava bike, xistiye nava panîkê. Rayedarên Tirk dixwazin vê panîkê bi bilindkirina tansiyona siyasî û pêşxistina şîdeta li dijî Kurdan bi rê ve bibin û di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de serkeftineke ku pê bikanin rejîmê li gorî feraseta xwe veguherînin, bi dest bixin.
Kurdan û hêza rêxistinî ya Kurdan ji xwe re wek astenga sereke dibînin. Ji ber vê yekê jî bi şev û roj daxuyaniyê li ser daxuyaniyan didin û partiya Kurdan û demokratan HDP’ê dixin hedefê. Li hêla din jî di her vegotina xwe de hêzên Kurdî wek ‘terorîst’ bi nav dikin û bi bilindkirina nijadperestiya Tirkan, dixwazin desthilatdariya xwe misoger bikin.
Provokasyona li Agiriyê diyar kir ku hikûmeta Tirk û Serokomar R.T.Erdogan dixwazin Kurdan bikişînin nava şer û pevçûnê. Him bi xwe operasyon û êrîşan dikin û him jî HDP’ê û Hêzên Parastina Gel (HPG) wek sûcdar îlan dikin. Bi her awayî xuya dibe; ku pirr bêçare ne û ji ber vê yekê jî dîsa ji konseptên qilêr û xwînî yên salên 1990’î hawarê dipên...
Mîna ku encamên anketên dawî nîşan didin, HDP di nava xelkên din ên li Tirkiyê (Tirk, Gurcu, Ermenî, Laz, Ereb û Asûrî) û hêzên demokrasîxwaz de jî elaqeyeke mezin dibîne û him li Bakurê Kurdistanê û him jî li rojavayê Tirkiyê di nava xelkê de wek partiya muxalîf a sereke tê pêşwazîkirin. Eger AKP û Erdogan bi êrîş û provokasyonan pêşiyê lê negirin, wer xuya ye; ku bi destxistina 70-80 kursiyên parlamenteriyê HDP wê bandoreke berbiçav li amadekariya Qanûna Bingehîn a nû û ji nû ve avakirina rejîmeke demokratîk a ku mafê her xelkên li Tirkiyê tê de şûn bigire, bike.
Helbet wê çaxê; ne Erdogan wê bikane despotîzma xwe bi hêsanî bi rê ve bibe, ne jî kadroyên qure yên AKP’î wê bikanin bi hêsanî diziya xwe bi zordestiya saziyên dewletê veşêrin.
Jixwe wexta mirov bi objektîfî lê mêzeke; saziyên rejîma Tirk êdî ahenga navxweyî ji dest dane û nema bi feraseta AKP’ê û Erdogan a despotîk, ahengeke nû pêk were. Gereke rejîmeke nû, bi feraseteke nû û nirxên demokratîk, azad û wekheviyê were avakirin. Ev yek jî bêyî tevlîbûna vîna Kurdan û xelkên ku heta îro bi zordestiya rejîma Tirk re rû bi rû mane, ne mimkûn e. Ji ber vê jî HDP wê wek aktorekî sereke û nûnerê xelkên bindest di pêvajoya amadekirina Qanûna Bingehîn a nû de şûna xwe bigire.
Ev tablo pirr aşkere nîşan dide; ku bendewariya Kurdan û civakên din a ji hilbijartinên 7’ê Hezîranê, ji bendewariya AKP’ê û ya Erdogan pirr cûdatir e. Hêvî û armancên wan sedûheştê derece dûrî hevdu ne.
Yanî kurt û kurmancî; bona ku Kurd û xelkên din ên li Tirkiyê bêhneke azad bistînin û pirsgirêkên civakî û demokratîk werin çareserkirin, divê yan AKP ji desthilatdariyê dakeve, yan jî bi serê xwe tenê nebe desthilatdar. Niha ev ronî xuya dibe. Tirs, panîk, provokasyon û êrîşên wan jî ji ber vê yekê ne…