Ji 24’ê Cotmehê ve saet, roj û meh derbas bûn, lê em bi wêneyeke rûken, rûyek din yê ‘Winda’ man. Bi xweşbîniya we, min divê îro qala serpêhatiya vê ciwana rûken bikim Mujgan Ekîn, tam du meh derbas bûn, dewletê ew revand û dixwazin ji me kêm bikin. Bêjera bernameya Bajar û Bazarê ya GunTv  23’ê Cotmehê ji Amedê berê xwe da Enqerê. Mixabin piştî zêdeyî mehek di ser bûyerê re derbasbû, nû raya giştî pê hesiya ku Mujgan Ekîn li Enqerê ji aliyê ‘polîsan’ ve hatiye revandin. 

Ji bo bizanin çi bûye, min ji bavê Mujgan, Esad Ekîn pirsî, mesele ji serî de, hûr û kûr vegot... Mujgan ji bo lîsansa bilind çêke, berê xwe daye Enqerê. Bavê Mujganê ew 23’ê Cotmehê saet 18.30’an li Amedê siwarî otobusa Enqerê kiriye.  Lê Enqerê li Mujganê jî Xayînî kiriye û hema piştî rojekê Mujgan ‘veşartiye’. 24’ê Cotmehê, hevala Mujgan Zerîn ku li Enqere Batikentê ye, li babê Mujgan digere.  Xebera nebaş, ev e; 24’ê Cotmehê saet 15.09’an bi Zerînre axiviye, navnîşana mala wê xwestiye, li taxsiyê wisar bûye û berê xwe daye mala wê. Lê negehiştiye, rê dirêj bûye, dirêj bûye û piştre ti agahî jê nehatiye.  

Piştî ku Zerîn agahiyê dide babê Mujgan, heman rojê Esad Ekîn berê xwe dide Enqerê.  Esad Ekînê ji gundê Hola yê Bismil a Amedê, rûyê rast yê Enqerê, nemerdiya wê baş dizane. Belkî bi vê fikarê, belkî bi refleksa hestiyariya babtiyê, berê xwe dide Enqerê. 

Dewleta Enqerê, hay ji bayê felekê nîne.  Mujgan hatiye revandin, malbat û hevalên wê bi fikarin, lê dewletê ‘hay jê nîne’. Bersiva serlêdana 27ê Cotmehê a ji Esad Ekîn re tê dayîn ev e.  Ew bi israr li şopekê digere, piştî ku serlêdana dozgeriyê bê encam dimîne, berê xwe dide qada Batikentê ku Mujgan lê hatiye revandin.  Û dawiya dawî digehe şofêrê ku Mujgan ji erebeya wî daxistine û revandine.  Diyare şofêr biwijdane, rastiya dijwar dibêje; Mujgan li maşîna wî siwar bûye, lê 4 maşînên din ew şopandine. Maşîneke Fiat Doblo li ser rêya Batikentê ew sekinandine, kesên sivîl daketine, gotine em polîsin, nasnameya polîs nîşan dane û Mujgan ‘binçav’ kirine.

Û detayek din a giring, kesên Mujgan revandine li gorî îfadeya şofêr bi rih û bi montên çerm bûn. Ev dîmen jî tiştekê dixe bîra me her hal. 

Piştî ku ev îfade digehe dozgeriyê, malbat û parêzer serlêdana lêkolîna qeyda kamerayan dikin. Û lêkolîn pêk tê. Encam, di dîmenan de îfadeya şofêrê texsiyê piştrast dibe. 4 Maşîn, 2 kes Mujganê dişopînin. Lê ew kêliya revandinê tine, yê ev dewlete, ma dê wan kêliyan jî bide? Dê bêje ha ji were...Va me Mujgan revand...? Mujgan bi awayeke organîze, 24’ê Cotmehê li Enqerê, li paytexta Tirkiyê, li pêş çavên xelkê, li pêş kamerayan, hat revandin. 

Lê tevî 2 meh tijî bûn, dewlet hîn jî înkar dike ku Mujgan Ekîn hatiye binçavkirin. 

Di vê demê de sê dozger hatin guhertin, herî dawî ji şubeya têkoşîna terorê Adem Akinci doz şopand.  Lê ti carî bi malbatê re hevdîtin nekir, ti agahî neda... ÎHD, saziyên jinan, HDP, DBP û gelek dewrober ketin tevgerê. Lê du meh tijî bûn, cihê vala yê Mujgan Ekîn tijî nebû.  Ew pirsa ku ji bo hemû windakiriyan tê pirsîn niha ji bo Mujganê jî bi israr tê pirsîn; Mujgan Ekîn li kûye?

Babê Mujgan bersiva pirsê baş dizane;  ‘Faîl diyare, yên ku Mujgan revandine diyar; dewlet e. Dewlet faîlê vî karî ye. Her tişt zelale. Ku faîl ne dewlet be, wê demê çima du mehe eşkere nakin’ Esad Ekîn vê jî dibêje, ‘eger li dawiya dinyayê, li Çînê, li derya Spî jî tiştek were serê Mujgan, dîsa ev dewlet berpirse. Li ku dibe bila bibe...Ew in...’

Ji bo armanca van pêkanînan jî çend gotinên pir biwate yên Esad Ekîn;  ‘Mesele ne Mujgane, dixwazin tirsê û bêbaweriyê bi van pêkanîna bixin nava gel. Ev rêbaz ji bo wê ye, bi îşkenceyan, wê bikujin û bavêjin deryayê, bavêjin devereke din û bêjin binêrin vaye ne emin’ Esad Ekîn Rast ya dil dibêje, raste dixwazin tirsê înşa bikin, dixwazin dewletê paqij bikin.  Lê ev dewlet hetikiye, qirêje, gemare.. Heya qirikê, dinava qirêja xwe de, niha difetise..

Lê dîsa, dûbare, bila rûyek din kêm nebe, bila rûyek din vekirî û eşkere ji me nebin, nedizin. Em destûr nedin, ji bo vê dengê xwe bilind bikin û tevlî dengê babê Ekîn Esad Ekîn ku ji Amedê berê xwe daye Enqerê bikin.  Wî li Enqerê tenê nehêlin... Rojnamevan, endama meclîsa şaredariya Sûrê, Pêşkêşvana tv’yê Mujgan Ekîn li wire, li cem waye em dizanin.  Weke hezaran girtin û binçavkirinên kiryar diyar, kiryar dewlet...

Em bi Mujgan hîn rûkenin, delalin, jinin...