Li gorî nûçegihanên ANHA’yê şervanên ku ji çar aliyan ve dor li bajêr girtine û ji her alî ve ketine nava bajêr, ji derdora embara genim ku cihekî stratejik e, ber bi navenda bajêr ve diçin. Her wiha li herêmên başûr û bakur-rojhilatê bajêr di navbera Şervanên Meclîsa Leşkerî û çeteyan de şerê dijwar diqewimin û şervan ji aliyê Gorsitana Şêx Eqîl ve pêş de diçin.

Nûçeghîhanan dan zanîn ku dema pêşveçûna ya doh de 4 çete hatin kuştin, her wiha şervanan 7 rokêtên RPG, gelek guleyên kilaşinkovê û cebilxaneyên din destserkirin. Li hêla Şerîq ve komên çete sê êrîşên intîharî pêk anîn, lê hersî êrîşên çeteyan jî negihiştin encamên xwe.


Cenazeyên çeteyan li erde man

Çeteyên DAIŞ`ê hewldan ku carek din têkevin gundê El-Elwat ê bakur-rojhilatê bajarê Minbicê, lê şervanên Minbicê êrîşa wan vala derxistin û bersiveke tund dan çeteyan.

Şervanan piştî şikandina êrêşa çeteyên DAIŞ`ê, gund paqij kirin û di encamê de miqdarek mezin a ji çek û cebilxaneya çeteyan her wiha hijmarek mezin ji termên kuştiyên DAIŞ’ê desteser kirin. Şervanekî Meclîsa Leşkerî ya Minbicê got ku di berîkên cenazeyên çeteyên DAIŞ’ê yên hatine desteserkirin de dermanên Tirkî, heb û derziyên hişbirê hebûn. 


‘Em ji zilma çeteyan reviyan’

Li bajarê Minbicê, çeteyên DAIŞ’ê gelê sivîl wekî mertalên zindî bikar tîne. Lê her roj bi dehan malbat xwe ji zulma çeteyan xilas dikin û digihînin şervanên hêza Minbicê. Pêr jî bi dehan malbat li aliyê rojavayê bajar xwe ji çeteyan xilas kirin û gihandin şervanên Minbicê. Gotina yekemîn a ku ji devê zarok, jin, ciwan, kal û pîran derdikeve jî, “Em ji zilma çeteyan reviyan” bû. 


YPG: Li Şedadê 21 çete hatin kuştin

YPG’ê diyar kir ku li Şedadê di şerên 3’yê Tîrmehê de, şervanên wan 21 çete kuştin. Ji van termê 13 çeteyan di destê şervanên YPG’ê de ne. 

YPG’ê ragihand ku di encama vî şerî de 2 maşîneyên teqemeniyê ku çeteyan ji bo êrîşê amade kiribûn ji aliye hêzên YPG’ê ve ji dûr ve hat teqandin. YPG’ê diyar kir ku di şerên ku bi awayekî hemwext berdewam kirin de jî derbên giran li çeteyan hatin xistin û ji 21 çeteyan termê 13’an ketin destê hêzên YPG'ê.”  


 ANHA/MINBIC/HESEKÊ