Di nava qederê hezar endamên çeteyan yên xwe amade dikin ji bo pereyan biçin Lîbyayê şer bikin, yên ji Efrînê gelek in.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) 300 endamên çeteyên dewleta Tirk gihîştin Lîbyayê û qederê hezar endamên din ên çeteyan li baregehên Tirkiyeyê amadekariyê dikin da ku biçin Trablusê. Xelkê welatên cîran jî ji vê destwerdana dewleta Tirk aciz in û li Tûnisê Erdogan û dewleta wî hatin rûreşkirin.

SOHR´ê diyar kir ku çekdarên biçin Lîbyayê, peymaneke 3 yan jî 6 mehî bi Tirkiyeyê re îmze dikin û ji 2 hezar heta 2 hezar û 500 dolarî wê wergirin. Her ku dema peymanê dirêj bibe, pereyên ku distînin jî zêde dibin. Li gorî SOHR´ê pirraniya çeteyên gihîştine Lîbyayê ji koma bi navê Tevgera Hezim in ku beriya çend salan hate jihevxistin.

Di qeydên deng de ku SOHR gihiştiye wan, çete ji hev re dibêjin, ka amade ne ji Efrînê berê xwe bidin Trablusê û ew ê "saat 10´an ji Efrînê" derkevin.

Ha ha cerdan dişînin

SOHR dide zanîn ku çete li herêma Selah El-Dîn ku deriyê başûr yanî ketina paytexta Lîbyayê, yek ji herêmên dewlemedan, kom dibin. Hate destnîşankirin ku di vîdeoyan de diyar dibe ku ku çete li baregeha El-Tekbalî di kontrola Tirkiyeyê de, kom bûne û diyar dibe ku ji beriya nêzî mehekê ve li wê baregehê amadekarî têne kirin. Ev yek jî nîşan dide ku Tirkiye amadekariya pêşwazîkirina bêhtir endamên çeteyan dike.

Li aliyê din gava ku Erdogan ji bo alîkariya ji destwerdana xwe re bi carekê berê xwe dabû Tûnisê, ne ku tenê serokdewlet jê aciz bû, lê xelk jî. Dewleta Tirk di van 8 salên xwe yên dawiyê de alozî, şidet, nearamî her welatên cîran û derdorê belav kir. Ji ber wê jî hem welat û hem milet ji serdanên fermî yên dewleta Tirk ditirsin. Ew ditirsin ku şer û aloziyeke xwînrij û dewamî bi ser wan de jî bigirin. Yan jî weke Tûnisiyan ditirsin ku agirê bi welatê cîran Lîbyayê hatiye xistin gurtir bibe.

Ji ber wê gelek aktivîstên civaka sivîl piştî serdana Erdoganî nerehetiya xwe bi çalakiyan nîşan dan. Şemiya bihurî li pêşiya sefaretxaneya Tirk çalakiyeke wan hebû.

Diz û terorîst e

Di çalakiyê de dewleta Tirk û Erdogan ji ber dewra wan di aloziya li Lîbyayê de hatin protestokirin. Çalakgeran ji rayedarên welatê xwe xwestin di vê aloziya li Lîbyayê de bê alî bimînin. Çalakgeran pankarta li ser wêneyê Erdogan hebû û “Diz û terorîst” dinivîsî hildan. Çalakgeran got, Erdogan bi taybetî dixwaze Tûnisê bike hevkarê xwe yê sûc li Lîbyayê.

Serokkomarê Tûnisê ragihand ku di hevdîtinê de peyamana Tirk-Libyayê nebûye rojev û Tûnis ti caran beşdarî tifaqekê nabe. Tevî vê daxuyaniyê jî aktivîstên Tûnisî “Mudaxeleya Tirk” ya li Lîbyayê protesto kir. Çalakgeran banga muzakereyan li aliyên li Lîbyayê kir.

Erdogan di alozkirinê de bi sirar e

Lê dewleta Tirk xeman naxwe; li gorî peymana ku bi hêzên çete yên li Lîbyayê re kiriye, ew dibêje, ez ê eskerên xwe jî bişînim Lîbyayê. Heta diyar e xwe gelekî tengav hîs dike û ji ber wê, rûniştina 8 û 9´ê Çile li parlamena Tirk anî pêş û dixwaze biryara li ser şandina ber bi Lîbyayê ya eskerên Tirk 2´yê Çile bikeve ber dengdanê. Yanî dewleta Tirk wê bi çete û eskerên xwe heta jê bê Lîbyayê ji bo berjewendiyên gaz û petrola li Derya Spî bixe nava agirekî xirabtir. 

 

 NAVENDANÛÇEYAN