
Jina Êzîdî Xezalê, çend salî ye, nizane lewre pirsa min a ku min gotiyê “Tu çend salî yî?” bê bersiv dimîne. Ne ew tenê lawê wê, bûka wê, neviyên wê nedizanîn ka Xezalê çend salî ye. Cînara wê ya temenekî Menîre, jina Êzîdxanê ya bi kofî, kofî bi rîş û rîş bi gulî, xwe diavêje nav peyvê. “Ew çi zane bê wê çend sal kirine.” dibêje û radiweste.
Ez berê xwe didim Menîreyê, jina ku kofendiya serê wê barê gayekî sere hebû. Li gorî peyv û bersivan wê jî nedizanî Xezala hevala wê çend sal kirine. Lê li hemberî pirsên min dîsa jî bê bersiv namîne Menîre. Menîre; “Em ji zû ve ne kurê min, ma em yên niha ne.” Ber pê diçim, devê xwe dikim kerika guhekî wê û bi bangî jê re dibêjim “Ji zû ve, kengî?” Berê xwe bi min ve dike, çavên xwe yên mişt spîk zurî her du bûkikên reşên çavên min dike “Me du xela dîtin…” dibêje, Menîre. Çemçika devê xwe ber bi guhê wê ve dibim dîsa. “Çi demê bûn xela?” jê dipirsim. Destê xwe yê rastê ber bi min kil dike û bi dengekî bilind, bi awazekî çiyayî “Ez çi zanim, çi dem bûn” dibêje û mîna qinabek biqete, qutebir radiweste. Bi qasî kêşana hilma cixareyekê û berdana dûxana wê ku bi zîzî bigihîje zikê xanî û di nava mend û kijûleyan de winda bibe, bêdengiyek dikeve hundirê odeya oliya dutebeqî. Ji bilî vinîna zirmêşekê ku li ser peyala paçê digere, ti deng ji ti tiştî dernayê. Wekî ji nepeniyekê ji nişka ve bi destegulî devê Menîra ji hev vedibe û dengê wê yê ku kevnariya sedan salan dihewîne, di odeya kêmalav de leylan dide. “Kurê’m; xelaya pêşîn piştî fermana fileyan bû û wê demê hêj zarok bûm.
Ya diduyan piştî Şerê Haco yê Mezin bû û hinganê bûka desthinekirî li nik Derwêş bi mêr bûm û bes e, hew tiştekî din bipirse.” Min bi ya xaltiya Menîre kiribû û di vê hêlê de hew tiştekî din ji ti kesî pirsî. Rastî pêdivî bi pirsan nehiştibû Menîreyê. Yek bi yek wekî ta bi derziyê ve bike, ji min re kêl çikayî erdê kiribûn dem û demsaliya xwe û ya hevala xwe Xezalê dabû ber fêhma min. Ji bilî kêlên ku raçavî min kiribûn qermîçoyên rûyê her du jin-mirîdên Êzîdî wekî erdekî hûr û kûr hatibe ajotin, kêm zêde sedsaliya temenê wan raçavî mirêkên şûşeyên bîbikên reşên çavên min kiribûn jixwe.
NÎŞE: Beriya çend salan destpêkê Menîre paşê jî Xezal çûne ser dilovaniya xwe. Li kirasguherînê Yezdan û Melekî Tawûs jiyaneke xweştirîn bi para wan bike.
Havîna 2002’yan, Bîrguriya – Nisêbîn
SELAMET GULER