Lewre jî ew malper wekî e-pirtûkfiroş xebitî û tora xwe ya firotina pirtûkên Kurdî û Kurdîstanî her ku çû fereh kir. Jixwe di serdema înformasyonê de kirîn û firotin li ser înternetê tên meşandin û bi wî hawî mirov xwe bi lez û bez digîhîne metayê.
Di weşangeriya Kurdî de her çiqas pêşketinek berbiçav hebe jî pirsgirêkên binyadî her didomin. Edîtorê malperê Bawer Berşev ji me re bazara pirtûkên Kurdî, rewşa weşanger û pirtûkfiroşan wiha vedibêje: "A rastî rewşa weşangerên Kurdî ji bilî 2-3 weşanxanan xirab e, hîç nebaş e. Lê hin weşangerên me mîna matbeeyan dişûxilin. Mesrefên pirtûkê (carinan zêdetir) ji nivîskêr digirin û çi hate firotin jî bo wê/wî kar e. Xema wî/wê nîne ku pirtûk werin firotin jî. Jixwe hin weşanger pirtûkên xwe dernaxin bazarê jî. Her wiha pirtûkfiroşên me jî her diçe rewşa wan baştir dibe lê em dikarin bibêjin hê jî bi saya pirtûkên zimanên biyanî em li ser linga disekinin"
Mirov tenê bi Kurdî nikare qezenc bike
Her wiha Bawer Berşev pirsa "Gelo hûn wek e-pirtûkfiroş ên Kurdî dikarin debara xwe ji Kurdî bikin, meriv ji Kurdî pere qezenc dike" wiha diberisvîne: "Heke mirov tenê yên Kurdî bifiroşe mixabin qezanç nake, divê zimanên din jî hebin. Jixwe mebesta pirtukakurdi.com ê jî ne ku firotana tenê pirtûkên Kurdî. Bo me naverok giring e. Bila Kurd û Kurdistanî be besî me ye."
Bersev daneyên di destê xwe de bi me re parve dike û dibêje: "Bi ya min xwînerên Kurdî (yên ku xwerû Kurdî dixwînin) ji Bakur herî zede 600-700 kes in ji wan jî sedî çil mamoste 30 xwendekar û ji sêdî sî jî yên din in. "
Herî dawî Bersev bi bîr dixe ku yên ku li derveyî welat rûdinin jî dikarin ji wan pirtûkan bikirin û dibêhe heta ji Dubaî jî sîparîş hatiye. Malpera pirtûkakurdî.com bi du zaravayên Kurdî ( Kurmancî û Kirmanckî), TIrkî û Îngîlîzî xizmetê dike.
ÎBRAHÎM BULAK/NAVENDA NÛÇEYAN