Ti peyv û nivîs û lêkolînek nikare rewşa xirab a Başurê Kurdistanê pênase bike. Rewş bi tevahî xitîmiye û ti asoyê çareseriyê bi van hêzên siyasî yên desthilatdar re nayê dîtin. Bê guman para mezin a vê xetimîn û berspirsyariya rewşê li ser milê PDK´ê ye ku hertişt di kursiyekê de xetimandiye. Dibe ku çend agahî bes bin ji bo ku cidiyeta rewşê raxe ber çavan. 

Li gorî Civîneke ku van rojên dawî li Hewlêrê ji bo çareseriya kirîzê hat lidarxistin rêjeya bêkariyê li Başûrê Kurdistanê % 20 zêde bûye, % 89´ê gel li ser xeta xizaniyê ye, di sê salên dawî de 90 hezar ciwanên ku xwendina xwe li zanîngehan bi dawî kirine, bê kar in. Başurê Kurdisatnê bi 16 milyar dolaran deyndar e, budceya 2016´an jî ji navendê hatiye girtin û xerckirin. Milyonek û 800 hezar koçberên Bajarên din li Başûr penaber in, şerê çeteyên DAIŞ´ê hîna jî gefeke mezin e li ser gel û herêmê, bi hezaran zarok û jinên Êzîdî di destê DAIŞ´ê de ne, av, elektirîk, benzîn nîne û di 6 mehên dawî de karmendan meaşê xwe nestandiye, ku  tekane çavkaniya debara wan e. Bi sedan hezar kes meaşê xwe ji hikûmeta herêmê digirtin û ji wan re dibêjin "meaşdarê bin dîwar" ti wezîfeyeke wan nîne, lê meaş distînin û di fermiyetê de karê siyasî ji bo partiyên desthilatdar dikin. Sê rojan li ser hev nûçe hatin weşandin ku pereyên petrolê yên Başûrê Kurdistanê dikeve Halk-Bank a Tirkan, meaşê karmendan wê ji vî pereyî were dayîn, lê eşkere bû ku wezîrê Aborî û Darayî yê Hikûmeta herêma Kurdistanê tenê çûye Tirkiyeyê ji bo ku hesabê nû veke û di hesab de jî qirûşek jî nîne. 

Wezîrê Koçberan yê Iraqê Derbaz Muhemmed ku bi xwe Kurd e, di hevpeyvînekê de dibêjê, "ji bo guhartina vê rewşê, pêdivî bi şoreşê heye". Bi kurt û Kurmancî ev rewşa Başûrê Kurdistanê ye û gel di rewşekê de ye ku mirov dilê xwe nikare bibijîniyê.

Lê vê rewşê herî zêde bandor li ciwanan kiriye, di 2 mehên dawî de 32 hezar ciwan koçber bûne. Çi bi plan û zanabûnê û çi jî encama rewşê be, vê rewşa koçberbûnê bandor li civakê kiriye.

Lê di nava vê rewşê de mînakek heye ku bi qasî şoreşekê mezin e, bedew û tije moral e. Helwêsta Mam Abdullah Ebdulqadir Hemîd ku bi Abdullah Musteşfa tê nasîn, ew li Bajarokê Kifirî yê devera Germiyanê ye. Mam Abdullah bêyî ku teslîmî vê rewşê bibe ji kurê xwe re dibêje ku dixwest berê xwe bide Ewrûpa: "tu çima diçî Ewrûpayê? Qey ne baştir e berê xwe bidî çiyayên Kurdistanê?" Û pêde diçe û dibêjê, "Wî niha axaftina min erê kiriye û berê xwe dide çiyayên Kurdistanê" min jê re gotiye ku biçe hîn bibe ji bo çi bijî û ji bo çi bimire, hîn bibe çawa xizmeta Kurdistanê bike, biçe Kobanê, biçe cihêkî ku hawcedarî bi te hebe, neçe Ewrûpayê di rê de laşê te bibe xwarina masiyan, " 

Di nava ewqasî hêvînemanê de li Başûrê Kurdistanê axaftina vî bavî manîfesto ye, ev bav niha bi fiîlî weke serokê Herêma Kurdistanê ye, berpirsiyariya pêşengiyê digire ser xwe. Mam Abdullah di alî manewî de, di alî dayîna perspektîfa jiyaneke bi rûmet de, hêvîpeydakirina ji bo gel, girêdana bi ax û gel re, nêrîna neteweyî û nêrîna li beşên din yên Kurdistanê de bi rola Serokêkî radibe û berpirsiyan destnîşan dike. 

Mam Ebdullah bê agahî nîne li ser beşên din yên Kurdistanê ji ber ku wer bawer e ku Kurd li Rojava ber bi azadbûnê ve diçin, li Bakur rewşeke taybet derketiye holê, divê ciwan têkoşîna xwe bidomînin. Di deverekê de rojane jin di bi zêhniyeta qaşo namûsperestiyê tên kuştin, Mam Ebdullah dibêjê, "Bila kurê min li cihekî weke Kobanê bi şeref û namûs û rûmeta xwe şehîd bikeve, çêtir e ji wê yekê ku li welatên xeribiyê winda bibe, di mejiyê keç û xortên gerîla de tenê siyaset û rizgarkirina Kurdistanê heye". Eger li Başûrê Kurdistanê ev şoreş nebe, çi şoreş e?