PKK’ê, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê ya di navbera 21 û 28’ê Adarê de tê pîrozkirin peyamek weşand û egîdî weke hêlwêstekê destnîşan kir û ji bo mezinkirina têkoşînê, banga tevlibûna nava refên berxwedanê kir.
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi sernavê “Ji Mazlûm heta Mahsûm pira berxwedanê ya azadîparêz” peyamek weşand û bang kir, ku her kes li dijî mêtingeriyê li dora şehîdên berxwedanê kom bibin, faşîzmê hilweşînin, tecrîdê bi dawî bikin û demokrasî û azadiyê bi dest bixin.
Peyama PKK’ê ya li ser Hefteya Lehengiyê wiha ye:
“Rastiya lehengiyê beriya her tiştî dîroka jinûve vejîna gelekî ye. Di nava gelek gelên cîhanê de kêliyên wiha dîrokî hene. Eger gelek hîn nû derdikeve ser dika dîrokê û xwedî pêşengan e, her wiha eger gelek li ber tinebûnê ye û metirsiya qirkirinê li ser heye, dema ku hinek radibe û li dijî vê sekna berjêr diçe disekine, eger wî gelê li ber koletiyê dixin ser rêya azadiyê, hingî li wir qehremaniyeke heye.
Li xaka Kurdistanê di nava du sed salên dawî de bi taybetî di nava sed salên dawî de zexteke Qirkirina Çandî heye. Li dijî Kurd û Kurdistanê rojane qirkirina çandî tê kirin. Darvekirina Qazî Mûhammed, Peymana Cezayîrê, Helebçe, Enfal, komkujiyên Gazî, Qamişlo û Efrînê tenê çend ji van êşên dîroka me ye.
Lewma meha Adarê ji bo Kurdan bûye meha komkujiyan, lê di heman demê de ji bo Kurdan meha destpêka biharê ye, meha berxwedanê ye, meha hişyariya li jiyan û vejînê ye.
Ya ku ev berxwedan bi rengekî lehengiyê gihand asta herî bilind, dilsoziya bi bîranîna Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz-Egîd e ku Mazlûm Dogan li zindana Amedê bi sê derbikên niftikê Newroz pêşwazî kir û Mahsûm Korkmaz di 28’ê Adara 1986’an de li Gabarê şehîd bû.
Di vê mehê de Egîd rabûn
Gerîlayên azadiya Kurdistanê ku şopdarên sembola têkoşîna me ya azadiyê Egîdan e, hem dilsozê vê bîranînê ne, hem jî ji bo armancên Egîdan pêk bînin, têkoşîna azadiyê ya mezin herî zêde di Hefteya Lehengiyê ya 21-28’ê Adarê de meşandin. Ji xwe Zekiye, Rahşan, Bêrîvan, Ronahî, Semayan di vê mehê de bedena xwe dan ber agir ku bûn navê jinûve afirandina gelekî bi agir û li ber qirkeriyê rabûn. Gelê me li dijî rejîma Baas, bi Derwazeyê Raperîn re dest bi berxwedanê kir û di nava vê mehê de berxwedana xwe pêl bi pêl li tevahiya başûr belav kir. Bi vî rengî nîşan da ku wê serî li ber mêtingeriyê netewîne. Çiyageran di vê mehê de berxwedana xwe gihandin asta herî bilind.
Lewma meha Adarê ji bo Kurdan hem ew meh e ku zilm gihîştiye asta herî bilind, hem jî berxwedana li dijî vê zilmê bi îradeya awarte ya mirovan re, bi her biharê re di asta bêhempa de hate meşandin.
Hevrêyên me Mazlûm Dogan û Mahsûm Korkmaz, ew kesayet in ku di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de xwedî cihekî xweser û taybet in. Bi kesayetiya xwe di nava têkoşîna azadiyê de pêngav dan destpêkirin. Mînakên bijarte û herî mezin ên kesayetên nû yên mirovan e...
Qehremanî hêlwêst e
Ya girîng ew e ku di dem û cihê ku faşîzm herî zêde êriş dike, kî herî zêde xwedî li vê sekna azadîparêziyê ya nû, li vê kîmya nû xwedî derdikeve. Lewma, di demekê de ku em ‘Hefteyeke Lehengiyê’ ya nû li pey xwe dihêlin, ji her demê bêhtir girîng e ku pirsên; ya divê bê şopandin çi ye, tiştên divê bên kirin çi ne, dilsoziya rast a bi têkoşînê re divê çawa be? bên pirsîn.
Li ser vî bingehî em bang li gelê me, gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn, ciwanan û her kesên bi hesreta demokrasiyê dikin; li dijî vê rejîma zordar rabin -nexweşiya kapîtalîzmê jî ji bo xwe bi kar tîne- ku faşîzma herî dijwar li her kesî dike, xwe bigihînin ruhê Mahîran ê li Kizildereyê şehîd bû û li ser bingeha biratiya gelan, bi wesîleya Hefteya Lehengiyê ya ji Mazlûman Heta Egîdan bi dilsoziya bi şehîdan re li dijî faşîzm û mêtingeriyê li dora şehîdên berxwedanê kom bibin, faşîzmê hilweşînin, dawî li tecrîdê bînin û demokrasî û azadiyê bi dest bixin.”
ANF/BEHDÎNAN