Hikûmeta Elman a federal ku hewl dide deriyên xwe li penaberan bigire, di şeş mehên destpêkê yên îsal de 12 hezar û 261 kes dersînor kirine. Wekîlên Partiya Çep Ulla Jelplke, Dr. Andre Hahn û Gokay Akbûlût bi pêşnûmayê ji hikûmetê xwestibûn ku li ser penaberên dersînorkirî agahiyên berfireh bide.
Hikûmeta Merkel nivîskî bersiv da û got, ji 1’ê Çile heta 30’ê Hezîranê bi giştî 12 hezar û 261 kes hatine dersînorkirin. Hate gotin, 11.005 kes ji van, bi balafiran, 1.215 kes bi rêya bejahî û 41 kes jî bi rêya deryayî hatine dersînorkirin. 5.654 kes jî ber bi welatên din ên Yekîtiya Ewrûpayê ve hatine dersînorkirin.
Di 6 mehên destpêkê yên salê de 6.792 kes hatine vegerandin. Di nava 6 mehên salê de 14.173 kesên biryara dersînorkirinê derbarê wan de hatibû dayîn, bi xwe ji Elmanyayê derketine.
ANF/BERLÎN