Rayedar û nûnerên saziyên bajarê Girê Spî doh bi sekneke protestoyî komkujiya li Cizîra Botanê şermezar kir.

Saziyên Rêvebiriya Xweseriya Demokratîk, Mala Gel û Rêxistina Yekîtiya Star ên bajarê Girê Spî ji bo piştgiriya gelê Bakurê Kurdistanê çalakiyeke rawestînê ya ji bo piştgriyê li dar xist.

Di çalakiyê de Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser, Mensûr Selûm axivî û êrîşên dewleta Tirk şermezar kirin. Selûm got: “Em êrîşên hovane yên bê serûber li dijî gelê me yê Bakûrê Kurdistanê protesto dikin. Tişta ku Tirkiye dike şerê qirkirina gelekî mafxwaz e.”

Mensûr Selûm bêdengiya navnetewî ya li hemberî sûcên ku hikûmeta Tirk li dijî Kurdan dike, şermezar kir.

Di vê seknê de durişmeyên dilsoziya bi berxwedana Bakur û şehîdan re hatin gotin.


Komloger û kujer lanet kirin

Ciwanên Dirbêsiyê jî li aliyê din pêr êvarê kujer û komloger lanet kirin û gotin, ew amade ne tevlî berxwedana Bakurê Kurdistanê bibin.

Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Dirbêsiyê bi armanca şermezarkirina siyasetên hikûmeta AKP‘ê yên li dijî gelê Kurd li Bakurê Kurdistanê û komkujiya Cizîra Botan, her wiha 17‘emîn salvegera komploya navnetewî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, meşek bi meşaleyan li dar xist.

Ciwanên ku alên TEV-DEM, YCR, YPG/YPJ‘ê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan, ji gundê Berkevirê yê girêdayî Dirbêsiyê ber bi goristana Şehîd Rustem Cûdî ve meşiyan û bê navber sloganên silavkirina berxwedana Bakur gotin. Her wiha kiryarên AKP´ê û komploya navnetewî li dijî Ocalan, bi tundî lanet kirin.

Ciwanan di meşa xwe de diyar kir ku ew amade ne beşdarî berxwedana Bakurê Kurdistanê, bibin.



 GIRÊ SPÎ/DIRBÊSIYÊ 





Bang li ciwanên Rojava


Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku li Cizîrê dewleta Tirk li beramberî berxwedaneke bêhempa têk çû. Ciwanan ragihand ku ew ê ruhê berxwedana Cizîrê bikin bingeha tevlîbûna xwe ya xwedîderketina li berxwedana Bakur.

Kordînasyona Yekîtiya Ciwanên Rojavayê Kurdistanê derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî da. YCR’ê got: “Îro li Rojhilata Navîn gelê Kurd bi ruhê berxwedanê hemû hezên faşîst yek bi yek têk dibe û her ku diçe ji bo mirovahiye dibe mînaka berxwedanê. Li Rojava ev yek bi awayekî zelal bû mînak, îro li Bakurê Kurdistanê ev mînak xwe dubare dike û her ku diçe li her dera cîhanê belav dibe.”

Kordînasyonê daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî kir: “Wek ciwanên Rojava li her derê cîhanê, li ku dibe bila bibe, em ê xwedî li berxwedana Bakur derkevin. Li Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Gever û li Hezexê xwedî derkevin. Wek ciwanên Rojava lazim e beramberî vê dagirkeriyê em xwedî helwest bin. Li her derê li hemû qadên cîhanê çalakiyên xwedîderketina li Bakur bi pêş bixin. Roj roja xwedî derketina li Bakurê Kurdistanê ye. Roj roja avakirina rihê yekbûna Kurd e.”