Hevserokatiya TEV-DEM´ê: Dest bi dest em ê ji bo çareserkirina doza Kurdî bi çareseriyeke demokratîk û edalet têbikoşin û Sûriyeyeke li gorî rêveberiyên xweser ava bikin û rêbaz û felsefeya neteweya demokratîk biçespînin

Bi dirûşma ʺBi civaka birêxistinkirî û azad serketin misoger dibeʺ, kongreya sêyemîn a  TEV-DEM`ê li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a li bajarokê Rimêlan a kantona Qamişlo doh bi beşdarbûna gelek partiyên siyasî, rêxistinên civakî û siyasî û kesayetên serbixwe pêk hat.

Piştî bidawîbûna axaftin û nameyên pîrozbahiyê, kongre bi hilbijartina 5 kesan ji bo dîwanê dewam kir. Asya Abdullah, Xerîb Hiso, Eyşe Efendî, Xelîl Osman û Sûad Hesen ji bo dîwana kongreyê hatin hilbijartin.

Hevserokatiya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê di kongreyê de, da zanîn ku TEV-DEM bi hemû rêbaz û şêwazan alîkariya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) dike da ku veguhere blokeke mezintir û pêkhateyên cuda yên mixalefeta Sûriyeyê hembêz bike.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li bajaroka Rimêlanê yê kantona Qamişloyê sêyemîn kongreya xwe ya asayî li dar dixe û tê de nûnerên meclîsên sivîl ên girêdayî Meclîsa Sûriya Demokratîk, partiyên siyasî, rêxistinên siyasî û civakî yên Rojava û Bakurê Sûriyeyê û her du hevserokên Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê beşdar bûne.

Hevserokatiya TEV-DEM’ê axaftineke berfireh kir û tê de nihêrîna xwe ya der barê giştî dozên cihanî, herêmî û bi taybet aloziya Sûriyeyê de anî ziman. Hevserokên TEV-DEM’ê Aldar Xelîl û Asya Abdullah daxuyanî da.

Kurd êdî hevsengiyan diyar dikin

Hevserokatiya TEV-DEM’ê got, di rewşa Sûriyeyê de “Bi armanca ku em nûnertiya daxwazên gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê yên civakî û çandî û baweriyên wê bikin, em têkoşiyan û hê jî tê dikoşin. Niha êdî em hevsengiyên tên nûkirin ên li herêmê û hemû qadên Kurdistanê û Sûriyeyê û herêmî, diyar dikin.”

Hevserokatiya TEV-DEM’ê îşaret bi armanca avakirina sîstema nenavendî ya demokratîk kir ku nûnertiya wê bi şêwazê hevgirtî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk tê kirin û got, daxwazên veguhestina ber bi neteweya demokratîk ve misoger dike û vediguhere rêya civakê ber bi jiyana hevbeş û nûnertiya biratiya gelan û çarenûsa hevbeş.

Çar hesabpirsînên bîrdozî

Hevserokatiya Desteya Rêveber a TEV-DEM’ê behsa hesabxwestina bîrdozî ya çar dozan kir û ew wiha rave kirin:

* Rojhilata Navîn ne bi dijberiya neteweyên xwe ye, lê belê bi çandên xwe yên temamkirinê ye. Peydebûna şaristaniya demokratîk ji Rojhilata Navîn dest pê dike. Dozên pêkanîna azadiya gelan bi rêya tecrûbeyên ku têk çûne herî kêm li Rojhilata Navîn pêk nayên.

* Tecrûbeya netewedewleta navendî. Rojhilata Navîn ne bi dijberiya ol û mezhebên xwe ye; her şerekî li ser bingeheke olî ne şerê me ye. Rêgezên me ne li gorî baweriya hin kesan bûn ku çêkirina fikran li gorî alîgiriyên olî yan dijberiya wê wekî çalakiyeke civakî yan bîrdozî yên bê wate ne. Tecrûbeya me piştrast dike ku herî zêde em parastina hemû baweriyan dikin. * Em girêdayî wê têkoşînê ne ku tê de jin cihê xwe yê xwezayî di rêveberiya guhertinê û vegurhetina demokratîk de digire; ne pêkan e civaka ku tê de jin ne rêveber û şoreşgereke azad be, were azadkirin.

   

* Doza çaremîn ew e ku em hewl didin bi rola xwe ya temamkirinê rabin û beşdarî pêkanîna rêgezên şaristaniya demokratîk bibin. Em zanistperestiyê (scientism) qebûl nakin da ku em rastiya zanistî pêk bînin ku bi rêya wê civak tên bipêşxistin. Em baweriyê bi demokrasiya bingehîn û aboriya civaka ekolojîk tînin. Em baweriyê bi rêgez û bingehan dikin û tenê ew dikarin alternatîfeke guncaw ji modernîteya kapîtalîst re ku hegemonyaya xwe bi rêya desthilatdarî û sermayadariyê li ser mirovahiyê dikin, peyda bikin.

Civaka exlaqî û siyasî

Hevserokatiya TEV-DEM´ê got, armanca wan bi avakirina civakeke exlaqî û siyasî, bi azadiya jinan pêk tê û wiha dewam kir: “Di vê civaka azad de kes wekhev dibin û gel azad dibe û bi rêya wê, rêya ber bi neteweya demokratîk ve tê vekirin. Tê de hemû hevûdu qebûl dikin û mafê demokratîk di çarenûs û nasnameyê de tê erêkirin.”

Di axaftinê de behsa dagirkeriya Tirkiyeyê li herêma Efrînê hate kirin û pêwîstiya têkoşînê ji bo rizgarkirina Efrînê hat teqezkirin: “Em ji gelê xwe û hemû hêzên demokratîk ên herêmê û cihanê re piştrast dikin ku çi dûr û çi jî nêzîk, em ê Efrînê rizgar bikin.”

Di dewama axaftinê de hate destnîşankirin ku TEV-DEM bi hemû şêwaz û rêbazan alîkariya veguhertina Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) dike da ku veguhere blokeke mezintir û pêkhateyên cuda yên mixalefeta Sûriyeyê hembêz bike û wiha hate gotin: “Bêyî ku em beşdar bibin avakirina Komîteya Destûrî jî weke encamên 8 Cenevreyan û 10 Astanayan wê têk biçe. Tişta hevbeş di van civînan de ew e ku TEV-DEM û hêzên demokratîk ên Sûriyeyê ne amade bûn, yan jî hatin dûrxistin.“

TEV-DEM´ê xwe îsbat kir

Hervserokatiya TEV-DEM’ê di axaftina xwe de behsa rewşa gelê Kurd li herêmên Rojava kir û got, “Gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê bi rêya nihêrîna ku TEV-DEM’ê diyar kiriye, karibû veguhere hêzeke bibandor di hevkêşeya Sûriyeyê de û di encamê de bi rêya hêza xwe ya parastinê ya li ser erdê hevsengiya hêzan li herêmê diyar kirin û hevbendî bi hêzên xwedî bandor re kirin. Bi rêya projeyên xwe yên çareserkirina aloziya Sûriyeyê û pêkanîna wê li ser erdê û qebûlkirina wê ji aliyên din ên hemû pêkhateyên Sûriyeyê ve weke Ereb, Tirkmen, Suryan û hemû pêkhateyên din ên etnîk û mezhebî. Bêguman ev di encama projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û parastina rewa de pêk hatiye. Nemaze serkeftinên li ser erdê pêk anîne hişt ku sîstema Rêveberiya Xweser were çespandin.”

Çareseriya doza Kurd

Di dawiyê de Hevserokatiya TEV-DEM’ê îşaret bi girîngiya meydana sêyemîn kir û got, “TEV-DEM dibîne ku ev rê ber bi xurtkirin û avakirina rêxistinên qada sêyemîn e, weke qadeke serbixwe û weke erkeke bingehîn dibîne. Ne pêkan e sîstemeke siyasî rêya xwe ya demokratîk bêyî birêxistinkirin û çavdêriya civakî biparêze û bi rêya civakê rêya wê tê rastkirin û şaşiyên wê tên çareserkirin.”

Hevserokatiya TEV-DEM’ê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em piştrast in ku kongreya  me dê biryarên girîng bide ku li gorî têkoşîna dîrokî ya gelê Kurd û pêkhateyên Sûriyeyê be. Dest bi dest em ê ji bo çareserkirina doza Kurdî bi çareseriyeke demokratîk û edalet têbikoşin û Sûriyeyeke li gorî rêveberiyên xweser ava bikin û rêbaz û felsefeya neteweya demokratîk biçespînin.”

Dema nûçeya me dihat amadekirin, kongreyê dewam dikir.

 

ANHA/RIMÊLAN

 
 

Kongreya jinûve avabûnê

 

AXÎN TOLHILDAN / ANF/RIMÊLAN

 

Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya TEV-DEM’ê Salih Muslim li ser kongreyê axivî.

Muslim diyar kir ku Tevgera Civaka Demokratîk heta niha hemû qadên civakî û siyasî bi rêxistin kirine û got, bi vê kongreyê re em dixwazin vê rewşê biguherînin. Muslim got, “Erd berfireh bûye, gelek sazî û rêxistinên Ereb û ji gelên din tevlî bûne. Lewma em vê kongreyê dikarin weke kongreya jinûve avabûnê bi nav bikin. Ji bo armanca vê kongreyê em dikarin bibêjin ku ew ê hem xwe jinûve bi rêxistin bike, bernameyeke nû ava bike, hem jî li erk û wezîfeya xwe ya cewherî vegere.

   

Rola TEV-DEM’ê di van rêveberiyan de hebû. Niha welê tê fêhmkirin ku mîna TEV-DEM desthilatdariyê temsîl dike. Halbûkî rastî ne welê ye. TEV-DEM wê ti carî nebe desthilatdar. Wê timî civakê birêxistin bike û şopdarê vê yekê be.”

Birêxistinkirina civaka sivîl

Muslim bi bîr xist ku Kurd bi pêşengiya avabûna TEV-DEM’ê rabûn, lê bi demê re Ereb û gelên din ên Sûriyeyê cihê xwe di nav de girt û got, “Rêxistinbûnên wan ên xweser hene. Bi vî rengî tevlî dibin. Tevgera Civaka Demokratîk niha bi hemû gelên li Sûriyeyê re elaqedar dibe û di nava xwe de wan dihewîne.”

Salih Muslim destnîşan kir ku nihêrîna wan a bingehîn ew e ku civaka rêxistinbûyî dikare her tiştî bike û got, “Ji bo civak hîn çalak be û karibe îradeya xwe temsîl bike, pêwîstî bi rêxistinbûneke xweser heye. Meydana 3. jî vê yekê temsîl dike. Bi vê kongreyê re TEV-DEM dixwaze derbasî vê yekê bibe. Heta niha serketî bû, ji niha û pê ve jî wê serketî be.”