Li pêşiya Konsolosxaneya Fransayê ya li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê, şoreşgerên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên di sala 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, hatin bîranîn.
Meclîsên Jinê yên Amara, Sara û Nûjîn, çalakî organîze kirin û pankarteke reş û sê find danîn ber deriyê konsolosxaneyê. Jinan dan xuyakirin, ku ew ê çalakiyên xwe heta bicihhatina edaletê bidomînin.
Jin piştre bi rengekî girseyî tevlî mîtînga li Haûptwacheyê bûn, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya Med Nûçeyê hat lidarxistin.

Li Munchen û Marsîlyayê çalakiyên edaletê
Çalakiya li Munchenê ji aliyê Komuna Jinên Kurd Sara ve hat organîzekirin û li ber Konsolosxaneya Fransayê pêk hat. Di çalakiyê de ji hikûmeta Fransayê hat xwestin, ku kiryaran eşkere bike û derxîne pêşberî dadgeriyê.
Di daxuyaniyê de hat gotin, “Em soz didin Cansiz, Dogan û Şaylemez; heta cînayet ronî bibe em ê têkoşîna xwe bidomînin.” Di çalakiyê de wêneyên her sê jinên şoreşger hatin hildan.
Li bajarê Marsîlya yê Fransayê, Meclîsa Jinê Arîn Mîrkan, ji bo kiryarên komkujiya li Parîsê bê ronîkirin mîna her Çarşemê duh jî çalakiya ‘em edaletê dixwazin’ lidar xist.

Bi vê armancê li ber Walîtiya Marsîlyayê stant hat danîn, belavok hatin belavkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN