
Muyeser Abbas, ku hevserê wê pêşmergeyê PDK’ê ye, di Qirkirina Êzîdiyan a sala 2014’an a li Şengalê de tevî zarokên xwe, malbata xwe û malbata hevserê xwe esîr kete destên DAIŞ‘ê. Ew jî mîna jinên din ên Êzîdî li bazara koleyan a DAIŞ’ê hate firotin. Şensê wê ew bû ku zarokên wê yên 5 û 7 salî jê nehat standin.
Abbas çend roj berê ji aliyê hêzên YPG û YPJ’ê ve hate rizgarkirin. Ew gihandin zarokên wê yên berî sê mehan hatin rizgarkirin û hevserê wê.
Abbas ji ANF’ê re qala serpêhatiya xwe kir.
Em di nava destê DAIŞ’ê de hiştin
Muyesser Abbas anî ziman, ku şeva DAIŞ’ê êrîş kir hevserê wê li cihekî din wezîfedar bû, tevî zarokên xwe, malbata xwe û malbata hevserê xwe esîr ket destê DAIŞ’ê. Abbas got, “Em li gundê Koço bûn. Li gundê me gelek pêşmerge hebûn. Lê belê di sibehekê de reviyan. Dema ku pêşmerge reviyan em jî di nava lepên DAIŞ‘ê de man. Hevserê min ne li wir bû, li aliyê Şemalê bû. Em li mala bavê hevserê min bûn. DAIŞ‘ê em hemû revandin.”
Keçên ciwan ji bo xwe birin
Abbas diyar kir ku DAIŞ‘ê di destpêkê de ew birine medreseya gund û got: “Zêrên me, pereyên me ji me standin. Pere û wesayîtên mêran ji wan girtin. Mêr birin aliyekî din. Em jin û keçên ciwan birin Medreseya Şengalê. Rojekê û şevekê em li wir hiştin. Lê di şevê de keçên ciwan ji wir birin. Zarokên mêr ên ji 10 salî mezintir bi xwe re birin. Sibehê jinên extiyar birin, lê em nizanin bê bi ku ve birin.”
Abbas ragihand ku DAIŞ’ê piştî çend rojan ew ji Şengalê birine Tel Aferê û piştî wextekê bi otobusê ew ber bi Sûriyeyê ve birine.
Li Reqayê weke kole firotin
Piştî ku wê tînin Sûriyeyê, mîna jinên din ên Êzidî trajeiya Abbas jî girantir dibe. Abbas anî ziman ku li Sûriyeyê 6 caran ji aliyê çeteyên cuda ve weke kole hatiye firotin û got, “Em anîn gundikekî nêzî Reqayê. Dora bexçe bi darên zeytûnê girtî bû. Me fêhm nedikir ka em li ku ne. Li wê derê navê me; yên dayik, bav, xwişk û birayên me hemûyan nivîsandin. Di roja 3. de navê hinan ji me xwendin û em li wesayîtekê siwar kirin û birin. Dema me ji wan pirsî bê me bi ku ve dibin, bersiv nedan. Lê em birin girtîgeheke li Reqayê. Em 3 rojan li wir man. Piştre jî ez firotim çeteyekî Tirk. Lê ez giriyam û min got ez naçim. Ez û zarokên min bi zorê li wesayîtekê siwar kirin û em şandin ji wî çeteyî re. Ji neçarî li gel wî mam. Yekî em dikirîn, heta wextekê em li wir diman, piştre difirot yekî din. Ji bo me jiyan tine bû. Ew qirêj û gemarî bûn. Me dixwest demek ji ya din zûtir ji wan rizgar bibin û xwe bigihînin gelê xwe.”
Zarokên 7 salî dizewicandin
Abbas tîne ziman ku piştî wextekê, çeteyê bi navê Ebû Zubeyr Cîzîrevî ku ew weke kole kirî ji zarokên wê qut dike. Lê piştî ku ji DAIŞ‘ê hate rizgarkirin û derbasî Kobanê hate kirin, bihîst ku zarokên wê jî hatine rizgarkirin. Vê yekê Abbas wiha vedibêje: “Hin jinên Êzîdî zarokên xwe di nava lepên DAIŞ’ê de dihiştin û direviyan. DAIŞ‘ê zarokên keç ên 7 salî jî dizewicandin. Min li Iraqê tiştekî bi vî rengî nedît. Kurê min Seham ku mîna me dîl hate girtin, 7 salî bû. Keça min Siyam jî 5 salî bû. Dema ku ez ji DAIŞ‘ê hatim rizgakirin û hatim Kobanê, hevalan gotin ku wan 3 mehan berê ew jî rizgar kirine. Û di kompûterê de wêneyên wan nîşanî min dan. Piştre jî ew gihandine cem hevserê min. Li Kobanê ez bi rêya telefonê bi wan re axivîm. Gelekî kêfa min hat. Ji min re gotin, ‘em li benda te ne’. Ji ber ku ez azad kirim, gelekî kêfxweş im.”
YPG/YPJ me kêfxweş dike
Abbas ji hêzên YPG/YPJ’ê re jî got, “Ji ber ku YPG û YPJ’ê em rizgar kirin, kêfxweş im. Lê belê divê YPG û YPJ hemû jinên Êzîdî yên di destê DAIŞ‘ê de ne rizgar bikin. Haya me ji aqûbeta gelek Êzîdiyan tine. Bavê min niha di destê DAIŞ‘ê de ye. Nizanim ku dijî ya najî. Ev 3 sal in min bavê xwe, xwes û xezûrê xwe nedîtiye. Hemû ketin destê DAIŞ‘ê. YPG/YPJ’ê heta niha gelek jinên Êzîdî ji destê DAIŞ‘ê rizgar kirin. Lê belê divê jinek tenê jî di destê wan de neyê hiştin. Hûn jî dizanin, destê DAIŞ‘ê destê herî qirêj ê mirinê ye.”
BÊRÎTAN SARYA / ANF / QAMIŞLO