Li taxên Alipaşa û Lalebey yên Navçeya Sûra Amedê kepçeyan di çarçoveya projeya dewleta Tirk ya “Veguhertina bajêr” de dest bi hilweşandina avahiyan kirin. Gelek polîs, bi maşîneyên zirxî ketin taxan û dest bi xerakirina avahiyan kirin. 
Dewleta Tirk di çarçoveya projeya “Veguhertina bajêr” de li taxên Alipaşa û Lalebey yên navçeya Sûrê dest bi hilweşandina xaniyan kir. Tevî ku şeniyên taxan bertek nîşan dan û diyar kirin ku ew dê destûr nedin jî dîsa maşîneyên zirxî û kepçe di bin dorpêç û parastina polisan de ketin taxan. Kepçeyên ku di bin dorpêça polîsan de ketin taxê dest bi hilweşînê kirin. Rayedarên dewlet û hikûmetê ev meheke gelê Sûrê bi qutkirina av û ceyranê tehdît dikir û zor li şêniyan dikir ku taxan vala bikin. Şêniyên taxê tevî dorpêça polîsan dîsa hewl didin ku bibin asten û destûr nedin xerakirina xaniyan. Rageşiya li taxê didome. 


 AMED