Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku gelê Kurd li ser xeta Rustem Cudî hemleyên avakirina sazî û dezgehan pêk anîne û wiha hate domandin: ‘‘ Sazî û dezgehên neteweyî bi keda karwanê şehîdên wekî Rustem, Şîlan, Xebat, Çekjîn, Zekeriyê û heta Şervan Muslim hatine avakirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku di salvegera 2’yemîn a şehadeta Rustem Cûdî de gelê Kurd gavên mezin avêtine û wiha hat gotin: “Me ber bi azadiyê û bi destxistina mafên rewa û neteweyî ve gavên mezin avêtine. Em li dijî şerekî tund ku dijberên destkeftiyên gelê Kurd dimeşînin li berxwe didin. Em Rustem bi bîrtînin û em saziyên xwe ava dikin, diparêzin, di heman demê de em ji bo mafên rewa yên gelê Kurd ku bi keda şehîdan hatine bidestxistin, di qadên navnetewî de xebat dikin.’’
Di daxuyaniyaniyê de hate bibîrxistin ku xwediyên şoreşê yên resen cangoriyên azadiyê ne û ev tişt hatin gotin: ‘‘ Şehîd xwediyên şoreşê yên resenin û ew rêveberên me yên menewî ne, ew ronahiya hêviyên me ne û di hemû demên zehmet de jî li kêleka me diyar dibin. Şehîd alên mê yên li ber bayê azadiyê ne. Netewa ku karwanên şehîdan diyar kirin ne mumkine neghêjin serkeftinê û azadî û rumeta xwe.”
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku Rustem Cûdî ji gelên Rojava re xeta berxwedanê û azadiyê ya bi rumet, ramana hezkirina azadiyê û serbixwebûnê nîşan daye. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku li ser xeta Rustem Cûdî bi sedan şagirtên wî meşiyane û şervanê YPG’ê Şervan Muslim jî yek ji van e. Di daxuyaniyê de hate hate gotin ku şagirtên Rustem, Şîlan, Xebat û Şervan Muslim li ser xeta azadiyê meşiyane û canê xwe ji bo vê yekê dane.
Di dawiya daxuyaniyê de soz hate dayîn ku gelê Kurd di serî de Rustem Cudî dê li ser xeta têkoşerên azadiyê bimeşe û dê hêvî û xwestekên Rustem û karwanê têkoşerên Rojava pêk bînin û ev tişt hatin gotin: ‘‘ Em soz didin ku em ê li ser xeta wan bimeşin, daxwaz û wesiyetên wan ên ji bo azadî, rûmet û serbixwebûna gelê xwe yê bi rumet pêk bînin.”
QAMIŞLO