Li Silêmaniyê, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Kurdistanê û êrişên dagirkeriyê Eniya Niştîmanî ya dijî Dagirkeriyê hate ragihandin.

Li Hola Emnesoreke ya Silêmaniyê, Eniya Niştîmanî ya dijî Dagirkeriyê hate îlankirin. Beriya niha, ev enî weke Eniya Hemberî Artêşa Tirk hatibû ragihandin. Lê di civîna doh de navê xwe guhert û ji niha û pê ve li dijî dagirkerî û êrişan bi navê Eniya Niştîmanî ya dijî Dagirkeriyê çalakiyan organîze bike.

Li herêma Silêmaniyê sînordar nemînin

Di civînê de aktîvîst, parlamenter, nûnerên rêxistinan, mamostayên zanîngehan, oldar û nûnerên aliyên siyasî amade bûn. Di civînê de biryara avakirina du komîsyonan hat dayîn. Komîsyonek ji bo organîzekirina çalakiyan e û ya din jî komîsyona peywendî û dîplomasiyê ye.

Her wiha di civînê de biryar hate dayîn ku li seranserî bajarên Başûrê Kurdistanê komîteyên girêdayî Eniya Niştîmanî ya dijî Dagirkeriyê ava bikin, ji bo ku çalakiyên wan tenê bi herêma Silêmaniyê sînordar nemînin.

 SILÊMANÎ