Nivîskarê Filîstînî Cîhad El-Xazin got ku Serokomarê Tirkiyê Receb Teyp Erdogan beşê pir biçûk ji demokrasiyê ku li Tirkiyê hebû tune kir û piştgiriya xwe bi gelê Kurd re anî ziman û got: ʺKurd li hemû welatên xwe serketin, hêvî dikim, jiyan bikin da ku welatê wan ê serbixwe bibînim.ʺ

Nivîskar û rojnamavanê Filistînî Cîhad El-Xazin ku nasnameya wî ya Lubnanê heye gotarek ji Rojnameya El-Heyat re bi sernavê ʺErdgoan di şerê terorê de têk diçeʺ nivîsî.

Cîhad El-Xazin di nivîsa xwe de dibêje ku Erdgoan berpirsyarê terorêye û wiha dom dike: ʺHin bûyerên ku li Tirkiyê pêk hatine, komkujiya turîstan ya li Stenbolê ku piraniya wan ji Ereban e. Çima Erebistana Siûdiyê û Lubnanê xwîna zarên bi şaştiya Erdogan dane. Kuştina Sefîrê Rûsiya yê ku bi destê polîsekî pêk hat. Erdogan bi siyasetên xwe berpirsyare. Terora niha li Tirkiyê tu carî wekî wê pêk ne hatiye.ʺ

Siyaseta Erdogan sedem e

El-Xazinê ku dibeje Erdogan her dem Fethulah Gulen ji hin bûyeran berprisyar dibîne wiha dom dike: ʺGelo Erdogan derbeya leşkerî pîlan kir, ji bo opozisyonê tesfiye bike. Ez dibêjim ku siyasetên şaş ên Erdogan bûne sedema êrîşên pêk tên. Erdgoan çavê xwe ji DAIŞʹê girt. 

‘Ez li gel Kurda me’

Cîhad El-Xazin di nivîsa xwe de piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd a li çar parçeyên Kurdistanê re tîne ziman û dom dike: ʺGelê Kurd di hemû welatên Rojhilata Navîn ku lê jiyan dikin, biserketin. Li Tirkiyê, Îraq, Sûriyê û Îran serkeftin bi dest xistin. Ez hêvî dikim ku ez bijîm da ku ez bibînim dewleta wan a serbixwe heye. Erdogan niha li pey partiya ku di perlemanterê de hene dikin û endamên wan digre.ʺ

Cîhad El-Xazin wiha dawî li nivîsa xwe tîne: ʺCareke din dubare dikim ku Erdogan beriya her kesî berpirsê terora ku li Tirkiyê pêk tê ye. Ji ber wê jî Erdogan dibêje ku ew li çareseriyan digere, di her carê de jî têk diçe.ʺ


 NAVENDA NÛÇEYAN