Li paytexta Ingilistanê Londonê şemiya bihurî (3´yê Hezîranê) sê êrişkarên çete yên ser bi DAIŞ´ê li London Bridge 7 kes qetilkiribûn û 48 kesên din jî birîndar kiribûn. Derket holê ku yek ji êrişkaran beriya bi du salan di dema amadekirina belgefilmeke li ser tundrawên dînî de hatiye dîtin. Di vê filmê de berpirsê koma ku bang li welatiyên Ingilîz dike li dijî demokrasiyê rabin, paşê êrişî komeke Kurd dike ku li dijî zilma li dijî Kurdan a li Bakurê Kurdistanê meşeke protestoyî li dar dixin. Ji êrişkarên London Bridgeê Khuram Butt jî di dîmenan de xuya dike. Êrişkariya komê li dijî Kurdan jî balê dikişîne ser xwe. 

Li aliyê din beriya niha jî derketibû holê ku der barê êrişkar Youssef Zaghba jî hikûmeta Ingilîz hatiye hişyarkirin. Zaghba beriya bi salekê hewl dabû di ser Tirkiyeyê re biçe Sûriyê û tevlî nav refên çeteyên DAIŞ´ê bibe. Ev dîmenên Channel 4 a Ingilîz jî nîşan didin ku rayedarên Ingilîz û îstîxbarata wê ne mumkin e ku ji êrişkaran haydar nebe, lê dest wernedaye wan, yan jî ew neşopandine. Ya ji vê jî balkêştir ew e ku rayedarên Ingilîz vê koma ku di belgefilmê de bi serî rakirin û derbkirina demokrasiyê gefan dixwin naxin berlêpirsînê û taqîba edlî lê Kurdên doza edaletê dikin dixin ber taqîbên edlî û lêpisînî.

Bi hel halî têra xwe darî çav dibe ku Kurd li her devera lê ne li dijî tundrawiya dij mirovî û ne demokratîk têdikkoşin û pê re jî dbin armanca êrişên çete û tundrawên paşverû. 


 LONDON