Di serî de hêzên hegemonîk ên cîhanî, herêmî û tevgerên gelêrî her kes pêşeroja Sûriyeyê nîqaş dikin. Lê mixabin projeyek berbiçav ji gelên li Sûriyeyê dijîn re danaynin, ne jî di van nîqaşan de kesek nêrîna gelên li Sûriyeyê digire. Hemû nîqaşên dikin li derveyî nêrîn û îradeya gelên ku li vî welatî dijîn e.
Hêzên cîhanî dixwazin dîzaynkirina herêmê li gorî berjewendiyên wan ên siyasî û aborî be, hêzên herêmî jî dixwazin ji vê para xwe bigirin. Em jî weke hemwelatiyên Sûriyeyê projeya xwe dabû diyarkirin û di pratîkê de jî ev yek îspat kir ku em xwedî proje ne û projeya me federasyona demokratîk e. Ev proje xwe naspêre hebûneke etnîkî, lê li gorî berjewendiyên tevahî gelên li Sûriyeyê û li ser hîmê cografîk ku hemû pêkhateyên li Sûriyê bi hev re jiyaneke hevbeş bijîn hatiye pêşxistin. Bi vê pêşdîtin û fedekariya mezin weke gelê kurd me pêşengtiya wê kir.
Di roja îro de ji sedî 20 xaka Sûriyeyê ji bin zilma DAÎŞ’ê hatiye rizgarkirin û hîn jî ev fedekarî tên kirin. Lê îro herêma Babê weke herêmek krîtîk tê pênasekirin û yekane rê ye ku bibe sedema pêkanîna projeya federasyona demokratîk û gelên li van herêman bi hevdû re bijîn. Dîsa dema rizgarkirina herêma Reqayê tê nîqaş kirin hemû hêzên cîhanî ketine nava hewldana sepandina nifûza xwe.
Serokê Sûriyeyê Beşar el Esed ku tu bandorek wî li ser Sûriyeyê nema ye, dibêje herêmên bakurê Sûriyeyê piranî Ereb in û Kurd pir kêm in û jixwe ji Kurdan beşek mezin federasyonê naxwazin. Birastî di vê hevpeyvînê de diyar dike ku haya wî ji tevahiya Sûriyeyê tune ye. Hîn jî di wê xeyalê de ye ku dikare careke din tevahiya Sûriyeyê bi şêwazê netewe-dewlet ji navenda Şamê bi rê ve bibê. Ji ber ku haya wî ji Sûriyeyê nîne. Ger ji roja destpêka şoreşê de guhê xwe dabûya gelê Sûriyeyê wê îro rewş pir cuda bûya. Tevî ku me fedekariyên mezin kir û beşek mezin ji Sûriyeyê parast, projeyek demokratîk ji bo tevahî Sûriyeyê danî, lê hîn jî bi çavekî jor li bûyeran dinêrin û pêşeroja xwe bi tayên riziyayî ve girêdidin. Dibêje ji Kurdan beşek mezin federasyonê naxwazin.
Ez dikarim bêjim ku bi vê gotinê diyar dibe ka çiqas ji rastiya Sûriyeyê dûr in û di nava xeyalan de dijîn. Rast e, beşek ji Kurdan li cem Tirkiyeyê cih girtine û federasyonê naxwazin. Ji ber ku ew parçebûna Sûriyeyê dixwazin. Kurdên welatparêz û ji Suriyeyê hez dikin, ji bo Sûriyê biparêzin şer dikin û diparêzin. Mafên wan ew muxatab bên girtin û di makezagona Sûriyê de bibin xwedî statu.
Projeya me Sûriyek ne navendî ye, pir-rengî, demokratîk û azad e. Em amade ne vê projeyê bi muxatabên wê re ji bo tevahiya Sûriyeyê nîqaş bikin. Bila kes ji vê netirse û di serî de jî Sûriye. Ji ber ku yên Sûriyeyê parçe dikin ne em in. Jixwe îro rastiyek li holê ye, ew jî ev e ku beşek mezin ji axa Sûriyeyê di bin destên hêzên çete de ye, beşek di bin destê me de ye û em jiyana hevbeş esas digrin. Dîsa hebûna hêzên cîhanî li Sûriyeyê êdî rastiyek e, ne xewn û xeyal in.
Ger bi rastî hûn ji Suriyeyê hez dikin û welatparêz in, ji cîhana xeyalan derkevin û rastiyê tazî bibînin. Wê demê hûn ê fêm bikin ku kî dixwaze Sûriyeyê parçe bike û kî Sûriyeyê diparize. Hebûna me û pêkanîna projeya federasyona demokratîk misogeriya yekbûna Sûriyeyê ye.