Ji bo Esad êdî hemû reformên pêwîst hatine kirin û qet buhane nemaye ku xwepêşandan ji bo reform û guhertinê werin lidarxistin. Her kesê ku derdikeve kolanan çekdar û terorîst e û pêwîste bête têkbirin. Jixwe wî soza destûrek bingehîn ya nû da. Got dê hilbijartinên Perlemanê jî di meha gulanê de werin kirin. Lê di heman demê de jî soza şerekî giştî li dijî her kesê muxalif da. Ji bo Esad prosesa „reforman“ êdî bi dawî bûye. Hemû tişt tekûz bûye. Esad hêzên muxalfetê bi ajantiya derve tewanbar kir û da zanîn ku ev muxalefet dixwaze berjewendiyên Israîl û DYA’yê pêk bîne. Ji ber vê yekê, ew hemû kiryarên rejîma xwe li himberî muxalefetê rewa dibîne. Ji vê siyasetê tê diyarkirin ku Esad tu diyalogê nake. Her kesê doza guhertina rejîmê dike ew neyarê Şamê ye. Lê dema Esad behsa „hikûmetek berfireh“ dike, ew tê wê maneyê ku dê hin hêzên qaşo muxalif yên girêdayî partiya Bassê bigre nava desthilatdariyê. Hin hêzên mîna partiya komonîst a Sûriyeyê û hin bazirganên Heleb û Şamê. Dibe ku çend lib Kurd jî di nava wan de hebin.
Ji bo yekîtiya Ereban jî Esad gef xwarin. Wî Ereb mîna ajanên Israîl û DYA li qelemê da. Ji ber vê yekê, komek ji çavdêrên yekîtiya Ereban rastî êrîşek çekdarî hat. Wezîrê karê derve yê Qeterê berseva tewanên Eesd da û got: eger yekîtiya Ereban ev 60 sal xerbiyê dike û qet yek serkeftin bi dest nexistiye, rejîma Esad û bavê wî ev 40 sal gelê Sûriyeyê têk dibe û li dijî iradeya wî li ser iqtîdarê ye. Wiha xuyaye Esad hemû gemiyên xwe şewitandine û êdî nema dikare bi paş ve vegere. Ew pişta xwe bi Îranê xurt dike. Rejîma Tehranê desteka eskerî û malî dide Şamê. Her roj gemî û belafirên çekbarkirî ji rejîma Esad re diçin. Rûsiya jî hîna hevalbendê Esad e. li gorî Haysem Manah, yek ji berpirsyarên kordinasyona niştimanî, Rûsiya ji wan re gotiye ewê 20 carên din Vîtoyê bikar bînin, da ku tu biryar ji aliyê konseya ewlekariyê li dijî Şamê dernekevin.
Alîkariya madî û eskerî ya Îran, Iraq û rêxistina Hizbullah a Lubnanê ji bo rejîma Esad û desteka diplomasî ya Rûsiyayê pişta Esad û rejîma wî xurt û gerim dike. Ew weha bawer dike, ku dê di çend mehên bête de pişta serhildêran bide eredê.
Jixwe Esad bi ser ket û dikarîbû kêmmezheba elewiyan bi xwe ve girêbide û wan li dijî beşên din yê civaka Sûriyeyê bide xebitandin. Hin hêzên muxalefeta Sûriyeyê jî şaşî kirin dema ku elewî tehdîd kirin û ew wek „amorê şerê Esad li dijî gelê Sûriyeyê“ bi nav kirin. Şerê di navbera „ artêşa azad a Sûriyeyê“ ku hemû sunnî ne û artêşa Esad ku pirraniya eskerên wê elewî ne, bi kuştina bi sedan elewî bi encam bûye. Di nava elewî û sunniyan de xwîn herikî ye û her 2 alî jî doza tolhildanê dikin. Ev yek bi taybetî li Humis û Hemayê diyar dibe. li wir taxên elewî û sunniyan bi çekan digrin ser hev.
Eskerên ji artêşa Esad veqetiyane xwe komî ser hev dikin. Ew alîkariyê ji Tirkiye û welatên Ereban digrin. Di vê dema dawî de êrîşên çekdarî yên baş pîlankirî û bi rêk û pêk li dijî hêzên artêşa rejîmê pêk tînin. Her weha her roj esker û efserên sunnî ji artêşa rejîmê vediqetin û tevlî „artêşa azad a Sûriyeyê“ dibin. Ev yek metirsya şerekî navxuyî tîne rojevê. Bê guman Esad dê bi vî şerî gelekî kêfxweş bibe..
Di axaftina xwe de Esad qet behsa Kurdan nekir. Berovajî vê yekê pesnê netewa Ereb da û diyar kir ku Sûrî dilê vê netewê ye. Bi dirêjahiya axaftina xwe, ku 100 deqeyan dirêj kir, Beşar Esad ji hemû kesî re eşkere da xuyakirin ku ewê şer bike û li dijî xwepêşandanan kiryarên kuştinê berdewam bike.
Li gorî hin şîroveyan, dibe ku rejîma Esad komkujiyek mezin li Humisê bike. Eger Esad bawer bike ku ev komkujî dê serhildana gel têk bibe û milet çavtirsandî bike, bê guman dê pêk bîne û qet dudil nabe…