HEMED MISTEFA / EMÎNE ELÎ / ANHA / REQA
Rûspiyên êlên bajarê Reqayê teqez kirin ku komxebata eşîran sepandina yekîtiya gel û girêdana wê bi yekîtiya xaka Sûriyê re raber dike. Her wiha bal kişand ser wê yekê ku komxebat têkiliyên di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de jî xurttir dike.
Li navçeya Eyn Îsayê di 3’yê Gulanê de bi dirûşma “Rûspiyên Sûriyê civakê û hevpeymana civakî diparêzin” bi beşdarbûna nêzî 5 hezar kesayetên Sûriyê, nûnerên êlan û pêkhateyên tevahiya gelê Sûriyê, li hev civiyan. Her wiha beşdaran li dawiyê teqeziya yekîtiya xaka Sûriyê û rizgarkirina herêmên dagirkirî kir. Pê re jî nijadperestiya li ser bingeha neteweyî, olî û etnîk hat redkirin û pêwîstiya berpirsyarî da ku aloziya tevahiya Sûriyê bê çareserkirin û ziwakirina kaniyên terorê, bê hilgirtin.
Ji bo xizmeta gel lihevkirin
Şêxê êla Mûse ya herêma Reqayê, Zahir Ayêd Hadî got, “Armanca me ya sereke ji vê komxebatê ew e ku ji tevahî cîhanê re diyar bikin û bisepînin ku em hemû sûrî ne û ti cudahî di navbera pêkhateyên herêmê de tine ye. Teqeziya xurtkirina têkiliyên di navbera me de jî raber bikin.”
Ayêd Hadî wiha lê zêde kir: “Encama komxebatê berhemeke baş da û pê re gihaştin lihevkirinekê da ku xizmeta gelê Sûriyê bikin. Di demên dawîn de hin şaneyên razayî yên girêdayî ajandeyên derve û xwediyên nefsxirab dest bi belavkirina tevlihevî û aloziyê li herêmên me kirin. Ew jî bi armanca destavêtin û têkbirina ewlehî û aramiya welatê me ye. Lewma, divê ciwanên xwe nîşanî rêyên rast ku parastina aştî û yekitiya Sûriyê û avakirina Sûriya demokratîk a ber bi projeya tevahiya mafên etnîk û pêkhateyên gelê Sûriyê ve dibe, bikin.”
Divê em pişta QSD´ê bigirin
Ji aliyê xwe ve şêxê êla El-Sebxe El-Erebiyê ya herêma Reqayê, Mihemed Tirkî Soan got, “Divê piştevanî û piştgiriya wan hêzên em bikin ku em ji ala reş a reşahî ya ku li hemû welat fikra xwe ya terorî û dermirovî belav kiriye. Biryarên bi armancên aramiyê bidin. Divê hemû kesên ku hewl didin berjewendî û armancên xwe pêk bînin, bizanin em yek gel in ku piştevaniya civaka xwe ji gefên xetereya ewlehiya li ser welat dikin, diparêzin.”
Şêx Mihemed Tirkî Soan bal kişand ser wê yekê ku ew ê ji hemû cihanê re bisepînin ku em ê sînorên xaka xwe diparêzin li beramber dagirkeriya ku bixwaze destdirêjiyê li azadî û projeya demokratîk bike.
Soan destnîşan kir ku divê rûspiyên êlan bi rokele girîng a erênî rabin, bi taybetî di vê pêvajoya hesas de ya ku Sûriyê tê re derbas dibe û wiha pê de çû: “Ji ber ku ew dikarin ciwanên xwe ber bi rêyên rast ve bibin. Li hemberî dagirkeriyê jî li cem hev bisekinin.”
Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk bêdeng nebin
Di dawiyê de Şêx Mihemed Tirkî Soan bang li civaka navneteweyî kir ku divê wijdana xwe li hember kiryar û binpêkirinên dijminahiya Tirk bi lêkirina dîwarê parçekirinê yê li bajarê Efrînê ji herêmên Sûriyê bilivînin. Her wiha heyîna Tirkiyeyê li Sûriyê bi her awayekî red dikin.