Agahî ji hemwelatiyê Hewlêrê Selîm Mihemed nayê girtin. Ebas Selîm Mihemedê ku 14’ê Sibata 2019’an ji aliyê asayîşa Hewlêrê ve hate destgîrkirin, ev 49 roj in ku agahî jê nayê wergirtin. Nayê zanîn bê ka Ebas Selîm Mihemed bi çi sûcî hatiye girtin û heta niha jî asayîşa Hewlêrê têkildarî Mihemed ti agahî nedaye.

Hemû hewldanên malbatê û parêzeran yên ji bo dîtina Ebas Selîm Mihemed ji aliyê asayîşê ve tên astengkirin. Malbata Ebas Selîm Mihemed ku çend caran serî li asayîşa Hewlêrê jî dan, lê berpirsên asayîşê ti alîkariyek bi malbatê re nekiriye, û helwdanek nîşan nedaye. Asayîşa Hewlêrê sedema destgîrkirina Ebas Selîm Mihemed jî eşkere nekiriye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Ebas Selîm Mihemed dema serdema rejîma Baesê de jî ji ber alîkariya bi hêzên pêşmergeyên Kurdistan re çend mehan hate girtin û xwediyê çend şehîdan e. Niha careke din Ebas Selîm Mihemed ji aliyê PDK’ê ve hatiye girtin û di girtîgehê de ye. n  ROJNEWS/HEWLÊR