Necîbe Qeredaxî

 

“Her dîdareke asayî li halpirsînê dest pê dike jî bi xatirxwestinê bi dawî dibe, lê ev dîdareke ne asayî bû. Ji ber ku li şûna lihalpirsînê û xatirxwestinê, hem destpêkê û hem jî di dawiyê de em bi zimanê çavan bi hev re axifîn. Ev giraniyekê li ser mirov ava dike, giraniya erka demê tîne bîra me. Ew bi çavên xwe ji me daxwazan dikin û me di çavên wan de hêvî dîtin û em herdû jî hestiyar bûn”.

Ev axaftina Prof. Gianni Luigi Deiana ye ku ji Sardiniya ya Îtalyayê ye û 6 rojan bi zêdetirî 80 kesên înternasyonalîst re ji Luxembûrgê ber bi Stasbourgê ve ji bo azadiya Rêber Ocalan û piştgiriya daxwazên gireva birçîbûnê, meşiya.

Gianni Luigi Deiana hem dosteke kevin ya Tevgera Azadiyê ye û hem jî hema hema her Newroz, pêvajoya Hilbijartin û boneyên cûda xwe gihandiye Bakurê Kurdistanê. Ew yek ji 5 kesan bû ku weke delegasyon hatibûn destnîşankirin da ku biçin serdana greva birçîbûnê ya Strasbourg, dema em gihiştin wir. Dema vegeriyan, her kesî bi kelecan pirsa rewşa çalakgeran ji wan dikir. Her yekê/î ji wan agahî dan. Lê agahî û hestên Gianni Luigi Deiana di nav wan de bûn yên welê ku herî zêde bandor li mirovan kir. Wê ji kûrahiya dil, hest û mêjiyê xwe behsa mijarê kir. Wê ji me re got, carinan zimanê çavan, berdêla bi dehan seat axaftin e. Wan bi çavên xwe, erka me anî bîra me, û wan armancên xwe anîn ziman. Me jî di bin atmosfereke ew qasî hestyar de tenê li nav çavên wan dinêrî. Êdî dema axaftinê hatibû; wê got, yek ji beşdarên gireva birçîbûnê Kardo Bokanî ji me re got, “Em ji mirinê natirsin, lê em ji bo tiştêkî li vir in, ji bo tecrîdê bişikînin em ketine gireva birçîbûnê, em ne ji bo mirinê li vir in, em ji bo jiyaneke bi rûmet li vir in”.

Prof. Gianni Luigi Deiana qala hestên xwe kir, û got, “Hestiyarbûna me ne ji lawazî ye, lê ji dilsoziya me bi hev re ye, wan bi kûrahî bandor li me kir; divê em vê kûrahiyê bigihînin her derê”.

Cristina jî ku ciwaneka ji Swisre ye, got, "Ev mijar pirr neketiye medyaya cihanê, bi zanebûnê xwe jê dûr digirin, ji bo wê jî teqez di vê mijarê de divê em tiştêkî bikin, dibe ku hêza min têrê neke, lê ya heye jî ez ê seferber bikim”. Piştî meş û kombûna mezin a Strasbourgê dema veqetînê hatibû, lê çawa Gianni Luigi Deiana ev hevdîtin û veqetîn weke yeka ne asayî dîtibû, vê jî ji me re erkên pirr bi lez yên demê rêz kirin ku divê bên kirin.

Jinan got, sekinandin sûc e, divê em nebin hevparê vî sûcî û ev hevok di nameya xwe de ji bo Leyla Gûven nivisandibûn. Beşdar hemû bîrewer bûn li ser wê yekê ku dewlet û hêza hegemonya sermayeyê Îmralî ava kiriye; lê di Dîrokê de jî îsbat kiriye ku ti hêz ji hêza civakê xurttir nîne, ji bo wê jî dema em ji hev veqetiyan, me soza dewama vê karwana Berxwedanê bi hev re da. Me hêvî kir ku em sala 2020´an jî ji bo heman armancê nemeşin, ji ber ku roja azadiyê wê di 2019´an de hilê û dawiya dîkatorî û faşîzmê werê. Layla Gûven bi hîs û aqilê xwe dersa nûkirina berxwedanê da û mîna ku wê gotî; “Serketin ji herdemê zêdetir nêzîk e”, em ê di dîdareke din de ji bo pîrozkirina vê serketinê bi înternasyonalîstan re bigihîjin hev.