Li Ewrûpayê amadekariyên hilbijartinên Parlamena Ewrûpayê (PE) tên kirin. Îsal li Swêdê jî yek ji namzetên ji bo hilbijartinên 26´ê Gulanê di rêzeke muhtemel de Kurd e. Namzeta rêza 5´an a Partiya Sosyal Demokrat a Swêdî Evîn Incîr a 34 salî, gelekî muhtemel e ku bê hilbijartin. Evin Incir li bajarê Uppsala yê Swêdê ye ku bi zanîngeha xwe navdar e. Mijarên sereke ku Evin Icîr wê di siyaseta xwe ya Ewrûpî de derxe pêş jî, mafên mirovan û edalet e. Jixwe li ser mijarê ew dibêje, “Zilm û neheqiya li Kurdan bûyî û hîna jî dibe, mijarên girîng in ku heger ez bêm hilbijartin, ez ê wan bixim rojeva Parlamena Ewrûpayê. Ez dixwazim kursiyekî li PE´yê bi dest bînim da ku mirov meseleya Kurdan çêtir fêm bikin û helbet ez dixwazim siyasetên wisa bidim pêş ku wê fêdeya wan bide miletê Kurd jî.”
Di hilbijartinên beriya niha de ji Partiya Sosyal Demokrat a Swêdê 5 namzet bi ser ketibûn û bûbûn parlamenterên PE´yê.
STOCKHOLM