DENÎZ ÎKE/ANF/AMED

Naîfê Munisî: Ez dengbêjê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan im. Weke hinekan ez ne stranbêjê Erdogan yan jî yê dewletê me. Ez ji gel re distirêm. Gel dixwaze, ez jî distirêm. Ev dengê dilê min e, daxwaza gelê min e.

Dengbêj Naîf Munisî ku bi sedan kilam hene di repertuwara wî de, dibêje, dengbêjî çand û dîroka Kurdan e.

Dengbêjî vegotina dîroka Kurdan e ku îro jî di nava çand û hunerê Kurdan de xwedî cihekî taybet e. Yek ji şopdarên vê çandê, Naîf Munisî ye. Dengbêj Naîf Munisî li gundê Munisî yê navçeya Hezro ya Amedê sala 1969’an ji dayik bûye. Ji 8 saliya xwe ve bi rengekî bê navber kilamên dengbêjiyê dibêje. Dengbêj Naîf Munisî sala 1968’an tevî malbata xwe li Sûrê bi cih bû. Di zarokatiya xwe de tevî kalikê xwe li dîwana dengbêjan timî guh da kilaman.

Weke dîrok û bîra gelekî

Munisî diyar kir ku dengbêjî çanda gelê Kurd e û wiha dewam kir: “Bi saya dengbêjiyê Kurd hîn jî dikarin çand, huner û dîroka xwe biparêzin. Dengbêjî çanda gelê Kurd e. Em Kurd bi dengbêjiyê qala dîroka xwe dikin. Bi dengbêjiyê qala şer, çîrok, eşq û destanên xwe dikin. Dengbêjan hest û dengê Kurdan ji dîrokê ve gihandiye serdema heyî. Dengbêjan wêje û dîroka Kurdan a nehatiye nivîsandin, bi deng û hunerê xwe parastine û gihandine vê demê.”

Ji Serhed, Amed û Xerzanê dibêje

Munisî anî ziman ku kilamên dengbêjên herêmên Serhed, Amed û Botanê gelekî bandor li wî kirine û hîna zarok bû, wî biryar daye ku bibe dengbêj. Munisî got, di nava dengbêjan de yên herî zêde bandor li wî kirine Dengbêj Salihê Beynatê, Huseyîn, Tayibê Sêrtî û Şakiro ne. Munisî destnîşan kir ku dengbêjî vegotina êş, kêfxweşî, eşq, koçberî û gelek bûyerên bi vî rengî yên bi serê Kurdan ve hatî ye û wiha dewam kir: “Ez ne tenê kilamên Amedê dibêjim. Kilamên herêmên Serhed, Botan û Xerzanê jî dibêjim.”

Ez dengbêjê gel im

Munisî xwe weke dengbêjê gel binav kir û got, “Bi sedan kilamên min hene ku min bi xwe ew çêkirine. Ez dengbêjê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan im. Weke hinekan ez ne stranbêjê Erdogan yan jî yê dewletê me. Ez ji gel re distirêm. Gel dixwaze, ez jî distirêm. Li ser Tevgera Azadiyê ya Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û HDP’ê min bi dehan kilam amade kirin. Min bi kilamên xwe hewl da bûyerên li vê herêmê qewimîne, vebêjim. Ev dengê dilê min e, daxwaza gelê min e.”