Felaket piçûk xirabiya dewletê mezin bû

  • Bi rêxistinnebûna hewarê û nehatina alîkariyê jî kir ku tesîreke weha li derûniya mexdûrên saxfilitî bibe: Naxwe dinya ne cihekî ewle ye, ne cihekî welê ye ku mirov hev biparêzin, ne cihekê welê ye ku xelk bi hewara hev ve biçe, dinya ne cihekî baş e, em nikarin bi kesî ewle bibin.  
BULENT KILIÇ/AFP/SEMSÛR

BÊRÎTAN GUNEŞ

 

Felaketên mezin mirov dikare her wiha weke trawma jî bi nav bike. Lewma trawma ji bûyerên rojane û wêde ne. Herçî mişkileyên rojane ne, mirov dikare bi qeweta xwe, bi tecrûbeyên xwe û serbihuriyên xwe ji heqî wan derkeve. Lê herçî felaket yan jî krîzên derûnî -trawma- ne, ev bûyerên welê ne ku weke ferd ji kapasîteyên me yên çareseriyê dibihurin. Ew ji kapasîteyên me yên çareseriyê mezintir in. Em bi zanîn, tecrûbe û çavkaniyên xwe em nikarin ji heqî trawmayê derkevin; em nikarin pirsgirêkê çareser bikin. Encama vê jî ew e ku em tên ber mirinekê. Ev jî mirina derûnî ye. Em dikarin jê re parçekirin jî bibêjin. Heta em tên ber parçekirineke derûnî û fizîkî jî. 

Ev jî hem tirs e, hem ji destdana kontrola xwe ye. Mirov difikirin ku tişt bi destê wan çênabin. Lewma di rewşên ne trawmatîk de, mirov difikire ku dinya cihekî ewle ye. Ew dikare filanê bike, filanê neke. Lê di rewşa felaketan de, mirov bêzar dibe, bêçare dimîne. Yanî em nizanin êdî wê çi bibe, çawa bibe. Neewlebûnek xwe mirov radipêçe. Bi vê re jî tirs dest pê dike. Ev tirsa mirinê ye, yan jî tirsa nediyarbûna siberojê ye. 

Ji bilî van em dikarin elaqedarî rewşa felaketê, behsa hîsa sûcdariyê û şermê jî bikin. Lewma di rewşa felaketê de weke yên saxfilitî, em şerm dikin, em fedîkar in. Yanî mirov hem xwe gunehbar dikin; ji vê re em dikarin bibêjin, gunehkariya/sûcdariya kesên saxfilitî. 

Bi giştî di rewşa trawmayê de em dikarin behsa van hestan bikin: xemgînî, sûcdarî, fedî, hêrs û bêzarî. 

Êdî trawma mirov dikare weke mîkro û makro du beş bike. Trawmayên mîkro ferdî ne. Weke qezayeke mezin, yan jî gava jin û mêrek dev ji hev berdin, yan jî tirsa ji ber diziyeke li malê; yanî bûyereke ji bo ferdekî mezin dibe trawmayeke mîkro. Trawmayên makro kolektîf in. Ew dikarin bandorê li cîhanê, li welatekî jî bikin. Axir badoreke giran li ser gelek kesan dike. Ev yek li aliyekî rewşê girantir dike, li aliyê din rewşê siviktir jî dike. Ji ber ku mirov ji derdê hev fêhm dikin, alîkariyê bi hev re dikin û bi hewara hev ve diçin. Seferberiyek çêdibe, û ev jî insanan rehet dike. Li aliyê din jî ji ber ku bandor li her kesî dike, meseleyê girantir dike. Em sermeselê bibêjin, weke psîkolog erdhejê bandor li me jî kiriye û ev karê me girantir dike. 

 

Trawmayên bi fail û bê fail

Niha em berê xwe bidin şêweyên trawmayan li gorî failên wan. Hin trawma sedema wan mirov in, yanî bûyerên bûne sedema trawmayê bi destê mirovan pêk hatine. Sermeselê, êşkence nimûneyeke vê ye. Yanî failê êşkenceyê dikare êşkenceyê neke, lê belê dike. Şer, êşkence û tiştên welê bi destên mirovan in. Felaketên xwezayî yên weke erdhej, lehî, şewat û bûyerên welê ne bi destê mirovan in. 

Lê felaketa erdhejên navenda wê li Bazarcixa ser bi Mereşê, her du trawmayan bi carekê tîne serê mirovan. Yanî erdhej bi xwe ne bi destê mirovan çêbûye. Lê belê bi destê insanan, bi destê dewletê ev felaketa hanê bûye komkujiyeke mezin. Yanî biryara insan û dewletan û îhmalên wan komkujî kirine. Di encama erdhejê de mirov mirin, di bin kavilan de man. Lê piştî erdhejê mirov 3 rojan, çar rojan tî, birçî man, li ber sermayê man û hinek ji wan ji ber van sedeman mirin. Hinên din ji ber ku hewar bi wan ve neçû di bin xirbeyan de mirin. Yanî neçûna hewarê bi destê insanan bûye. Ji ber wê jî her du trawma di vê felaketê de di zik hev de ne.

Em di warê derûnînasiyê de pê dizanin ku trawmayên bi destê mirovan pêk hatine, demeke dirêjtir û bi awayekî dijwartir tesîrê xirab li derûniya mirovan dikin. Mirov kêmtir keysa xwe lê tînin ku rêyên çareseriyê, rêyên felata ji trawmayê bibînin. 

Em nimûneyeke wiha bidin ji bo rehettir serwextbûna li meseleyê: Gava li kesekî êşkence dibe, ew kes pirr zehmet e ku ji heqî bûyerê derkeve. Li gorî wî, kesekî ku erdhejek di ser re bihurî ye, dikare zûtir çareseriyan peyda bike û ji heqî bûyerê derkeve. Yanî derûniya xwe ji vê trawmayê zûtir dikare xilas bike. Kesê êşkence lê hatiye kirin bi xwe, pirr zehmettir vedigere jiyana xwe ya rojane ya normal. Ji ber ku ev trawmaya wî bi destê insanan bûye, yanî heger fail nekira, wê nehata serê yê mexdûr. 

 

Bi rêxistinkirina civakî û hewar

Di vê meseleya erdheja 6´ê Sibata bihurî de jî mirov dibînin ku esas, heger mirovan bixwesta encam wê ne wiha bûna. Hem bi tedbîran dibû ku rewş ne ev bûya. Lewma dihat zanîn ku xeta fay di wê herêmê re derbas dibû. Dewletê û berpirsiyaran dizanî, erdhejek wê li wê deverê bibe. Lê ti tedbîr nehatine girtin. Yanî xelk dizane ku deverên lazim bû destûra avakirinê nehata dayîn, destûra îmarê hatiye dayîn. Bi ser vî halî de, piştî erdhejê pirr dereng çûn hewaran mexdûran. Kesên mexdûr behs dikin ku alîkarî neçûye wan deveran û pirsgirêka xwebirêxistinkirinê veguheriye meseleyeke ji erdhejê jî mezintir. Em dibînin ku li deverên weke Amedê, yên ku lê tevgera Kurd birêxistinkirî ye rewş hinekî guhertî ye. Yanî bi xêra birêxistinbûna civakî, xelkê dizanî dewlet wê bi hewarê ve neçe, wan hewar bi rêxistin kir. Lê li deverên erdhejê tesîreke mezin lê kir, kêmasiyeke mezin a birêxistinkirina hewar û alîkariyê hebû.

Bi rêxistinnebûna hewarê û nehatina alîkariyê jî kir ku tesîreke weha li derûniya mexdûrên saxfilitî bibe: Naxwe dinya ne cihekî ewle ye, ne cihekî welê ye ku mirov hev biparêzin, ne cihekê welê ye ku xelk bi hewara hev ve biçe, dinya ne cihekî baş e, em nikarin bi kesî ewle bibin. 

Li deverên li derveyî Amedê, nebûna organîzeyê ewqasî darîçav bû ku bi qasî felaketa erdhejê xuya bû. Saxfilitiyên erdhejê hemû heman tiştî dibêjin, "Me dewlet nedît". Bi rastî jî xuya bû ku dewlet ji bo hewarê nîne; lê li aliyê din heman dewletê nedixwest ji bilî wê ti aktorên din ên civakî hewarê bigihîne, alîkariyê organîze bike. Vê jî felaket mezintir kir. Mesela TIR´ên diçûn Semsûrê asteng dikirin. Yanî tabelayên wan diguherandin. Em bibêjin Baroya Mêrdînê alîkarî şandibû, tabelaya wê diguheran û li ser "Walitiya Mêrdînê" dida nivîsandin. Yan jî kesên ji welatên din hatin hewarê, gava xwe digihandin kesekî di bin xirbeyan de, saziya dewleta Tirk AFAD´ê ew ji deverê dûr dixistin, ji bo ku şowê bikin.

 

 

Xirabiya dewletê tirsa ji dewletê jî şikand

Em dibînin ku van helwêstên dewletê û erdhejê bi hev re tirsa mezin a di dilê civakê de jî şikand. Xelkê bêyî ku ji dewleta Tirk, bêyî ku ji desthilata Enqerê bitirsin, ev rewş îfade kirin. Beriya wê desthilatê tirseke mezin xistibû dilê kesên li Kurdistan û Tirkiyeyê. Lê niha, piştî erdhejê, tiştekî insan ji dest bidin, nema: Malê wan çû, milkê wan çû û canê wan çû. Êdî wan ev tirsa dewletê ji dilê xwe û ji ser xwe avêt. Niha desthilat ji vê rewşê ditirse. Desthilata heyî êdî pê dizane ku nikare tirsa insanan kontrol bike, ji ber wê jî rojeva wê ne erdhej lê hilbiajrtin in. Ji bo kontrolkirina tirsa insanan xwestin nijadperestiya li dijî mirovên penaber ên ji Sûrî û Rojvayê Kurdistanê sor bikin. Desthilata dewleta Tirk xwest kîn û nifrîna xelkê ya ji ber erdhej û nebûna hewarê ya li dijî dewletê bide aliyekî din. Yanî wan xwest vê kînê kanalîzeyî nijadperestiya beramberî komeke ji bo desthilatê ne muhim.

MA/HATAY

Alîkariya psîkolojîk a akut

Mexdûrekî erdhejê dibe ku ji bo canê xwe xilas bike, bê sol jî xwe avêtibe der. Di derûnasiyê de em dibêjin, piştî ku pêwîstiyên sereke tên misogerkirin, dema "alîkariya psîkolojîk a destpêkê ya akut" e. Lê destwerdana pêşî ew e ku pêdiviyên wan ên heyatî û sereke bên dabînkirin. Piştî wê jî hewceya em alîkariya psîkolojîk a destpêkê ya akut bikin. Ev bi çend çavan dibin: Gava pêşî, yanî tişta herî muhim û esas ewlehî ye. Yanî hewce ye em ewlehiya wan biparêzin. Piştî wê em xizmeta sihetê ya pêwîst bidin wan. Piştî wê lazim e pêdiviyên wan ên sereke yên weke xwarin, vexwarin û stareke germ bên misogerkirin. Piştî van jî divê em di çarçoveya alîkariya psîkolojîk a akut de bi gotinên besît û rehet bên fêhmkirin, ji saxfilitiyan re bibêjin, ka çi qewmiye. Lewma ji bo kesên saxfilitî, ev rewşke welê ye ku îhtîmal e ew dem, cih û bûyeran tevlîhev bikin. Ev rewşeke pirr giran e ji bo kesên ji bûyera trawmatîk saxfilitî. Ji bo wilo jî divê em agahiyên rast bidin wan: Çi bûye, çi qewmiye, ew di çi rewşê de ne û xizm û hezkiriyên wan di çi rewşê de ne, em ji wan re bibêjin ka gelo em dikarin wan bigihînin hev. Gava şeşan jî ew e ku em karibin peywendiyê di navbera mexdûrên bûyera trawmatîk û xizmetan de deynin. Yanî lazim e em ji wan re bibêjin, li ku çi heye, li ku xwarin tên dayîn, li ku cihekî germ heye, li ku dikare serçavên xwe bişo, li ku ava paqij peyda dibe û wekî din.

Yanî hewl ew e ku pêşî ev alîkariya akut bê kirin. Piştî vê destwerdana psîkolojîk dibe ku bê kirin. Lê esas ferd piştî van alîkariyên akut bi bûyera qewîmî re êdî miamele dikin, û têkoşîna wan bi xwe jî dest pê dike. Piştî vê, ferdek dibe ku bi tena serê xwe ji heqî bûyera trawmatîk derkeve û alîkariyeke psîkolojîk hîç hewce nebe jî. 

Heger hewce jî be, sîmptomên trawmayê heger destûrê bidin, piştî bûyerê bi 6 mehan bi salekê, em alîkariya derûnî dixwazin. Lê beriya vê, elaqedarî erdheja 6´ê Sibatê tiştekî pirr girîng heye ku divê behsa wê bikim. Ew jî şîngirtin e. Şîn elaqedarî mirinê ye. Gava kesek dimire, bi rêya şîneke bi sihet, mirov dikarin rehettir bi êşa mirinê re miamele bikin. Lê di rewşa heyî de insan nikarin şîna xwe weke adetê bigirin. Ev heqê her kesî ye, lê nikarin şîna xwe weke adetê bigirin.

Di rewşa şer de, weke nimûna piştî êrişên li dijî Rojava jî, gelek kesên ku hezkiriyên xwe ji dest dan nekarîn şîna xwe bigirin û ji ber wê jî hîna jî şîna wan xilas nebûye. Di dilê xwe de weke roja pêşî şînê digirin û diêşin. Tirsa min ew e ku piştê vê erdhejê jî, saxfilitiyên erdhejê bikevine nava rewşeke weke vê. Ji ber wilo jî alîkariya derûnî, di rojên ewilî de alîkariya akut e. Piştî wê mirov şîna xwe digirin weke adetê. Êdî ka 40 roj in, ka 6 meh in, piştre, heger hîna sîmptom û nîşaneyên trawmayê hebin, pêdivî bi destwerdaneke psîkolojîk heye. Belkî jî hewcedarî nemîne.

 

Hêvînemanê hêrsa li dijî dewletê da der

Li Kurdistan û Tirkiyeyê beriya erdhejê jî şîneke neçû serî, temam nebûyî heye. Mesela li Sûrê jî hîna me şîna xwe negirtiye. Li Cizîrê jî hîna me şîna xwe negirtiye. Heta em jê direvin. Gava kesek behsa Cizîrê dike, navê Mehmet Tunç tê hildan, te dît deng û kerrênî êdî ji kesî nayê, em pûç dibin, hestên me pûç dibin. Yên li paş mane sûcdar in. Di vê erdhejê de jî wiha ye. Esas di erdhejê de ev hisa sûcdariyê ye. Di ya Cizîrê de sûcdariyeke yekser jî heye. Şîngirtin parçeyek ji jiyanê ye. Ji bo ku şîn biçe serî hewce ye em vê bidin der, bi gotinan û kirinên xwe; mesela em bigirîn, hev hembêz bikin, behsa wê bûyera mirinê bikin, alîkariyê ji dost û hevalên xwe bixwazin. Mesela, em 40 rojan bi wê hisê di wê atmosferê de bijîn. Hingê hestên me, giriyê me û şîna me temam dibin. Di vir de rîtuelên civakî û çandî gelekî muhim in. Lewma ew dane û zanebûnên ji dîrokê niqûtî ne.

Beriya felaketê jî hin kesan zanîbû dewlet çi ye. Lê hin kesên din di nava pergala dewletê de ji xwe re jiyanek ava kiribû û rûyê dewletê yê bi rastî ji bîr kiribûn. Bi vê felaketê re wan ji nû ve rûyê bi rastî yê dewletê dît û hêviya wan nema. Bi vê nemana hêviyê re ew hêrs dibin. Ji ber wê dibêjin, ji ber ku em Kurmanc in nehatin bi hewara me ve. 

Hêrs jî ji bo mirovan û civakên wan xwedî roleke beridandinê ye jî. Yanî hêrs rê li ber guherîn û guherandinê vedike. Mirov hêrs nebe nikare biguhere. Ji ber wilo bi ya min divê mirov bi vê hesta hêvînemanê û hêrsê bihesin. Û hêrsa xwe hîç kontrol nekin, em hevsarê wan berdin. Yanî em welê zanibin ku hestên me çi dibin bila bibin ne xirab in, rabûna hêrsa me jî ne tiştekî xirab e, xemgînî jî ne xirab e. Ji ber wê hewce ye em li hestên xwe binihêrin; em çi hîs dikin û em çima hîs dikin lazim e em xweş analîz bikin û çawa bin wan wiha bidin der. 

 

Wexta xemgînî û ya vejînê ye

Pirsgirêkên beriya erdhejê, bi erdhejê re girantir bûn, ew êdî bi kûr ve çûn û tebeqe tebeqe li ser hev bar bûn. Sermeselê, me digot, xizmeta sihetê bi zimanê dayikê gelekî muhim e. Ev mesele nehat çareserkirin. Piştî erdhejê ev pirsgirêkê girantir bû, ji ber ku insan bi zimanê xwe nikarin xwe bigihînin xizmetan, pêdiviyên xwe hal bikin. Nikarin tiştên hewce û belkî trawmayên xwe bînin ziman. Ji ber ku xebatek li ser meselê nebû, piştî erdhejê rewş xirabtir bû.Heman tişt ji bo krîmînalîzekirina penaberên ji Sûrî jî lê ye. Beriya erdhejê ew gelekî dihatin krîmînalîzekirin, piştî erdhejê bêhtir hatin krîmînalîzekirin. Parçebûnên di nava civakê de yên heyî mesele bûn, piştî erdhejî ev dijwartir bû. Meseleya Kurdan û nasnameyên din jî bi heman rengî. Yanî erdhejê di heman de hişt ku tiştên xirab û neheqî dijwartir bibin.  

Di vê peywendê de ji bo dermankirina xwe ya ferdî û civakî, hewce ye em bi hewara hev ve biçin. Tenê bi vî awayî em dikarin xwe bi xwe derman bikin. Di serdema me de em pirr xemgîn dibin, lê em tiştekî nakin. Niha di nava civaka me de divê em tiştekî bikin. Niha wext, wexta xemgîniyê ye û her wiha wexta vejînê ye jî. Yanî wexta kirina kar û barê ji bo xwe û ji bo welat û civaka xwe ye. Tenê welê em ê karibin xwe ji nemana hîviyê xilas bikin û tiştekî ava bikin.       

paylaş

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Tüm Hakları Saklıdır.